
'Parastina Ocalan ji me re rûmet e'
Derbarê mijarê de Sufian Abbas got ku, ew par bi 300 hiqûqnasan re ji bo parastina Ocalan bûne dildar û li ser navê hiqûqnasan hatine serdana parêzerên Ocalan. Abbas diyar kir ku, ewê wekaletê bidin 300 parêzerên Iraqî û wiha berdewam kir: "Parastina birêz Ocalan ji bo me rûmeteke mezine. Ji ber ku mafên wî bi peymanên navneteweyî di bin ewlehiyê de ye. Ev maf tu caran nikare bê astengkirin. Em li gorî hiqûqa navneteweyî mafê parastinê digirin ser xwe. Emê ji bo ku li Iraqê hiqûqnasên din jî wekaleta Ocalan bigirin bixebitin."
Abbas destnişan kir ku, ewê ji bo ku Ocalan ji nû ve bê darizandin serlêdanê bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji ber ku sûcên ku têne kirin siyasî bûn. Di girtina birêz Ocalan û darizandina wî de peymana NY'ê ya mafên mirovan hate binpêkirin. Em dixwazin daraza tirk daxwazên me yên rewa û serlêdana me bibersivîne."
Abbas da zanîn ku, ew li Iraqê ji bo doza Ocalan raya giştî ava dikin û ji ber ku Ocalan dema darizandinê de rasti neheqiyê hatiye ew bûne dildar. Abbas got ku, li Iraqê bi dehan hiqûqnas piştgiriyê didin xebatên wan û ewê ji bo serbestberdana Ocalan bixebitin.
'Rêberekî neteweyî ye'
Abbas bilêv kir ku, gelê Iraqê Ocalan weke rêbereke neteweyî û rêberekî ku ji bo neteweya xwe têdikoşe dibîne. Abbas wiha berdewam kir: "Gelê Kurd mafên xwe yên çandî yên rewa diparêze. Armanca wan ya cudakariyê nîne. Îspata vê yekê jî notên hevdîtinê yên Ocalan in. Berovajî tiştên ku têne gotin Ocalan çand, dîrok û zimanê gelê Kurd diparêze."
Abbas bal kişand li ser bangên aştiyê yên Ocalan jî û got ku, divê guh bidin bangên Ocalan û agirbestê îlan bikin. Abbas derbarê dozên ku ji parêzerên Ocalan re hatine vekirin de jî got ku ew jî mijarê jî agahdar in û ev yek nayê qebûlkirin.
Abbas her wiha bal kişand li ser gorên komî yên li Tirkiyeyê jî û got ku, gorên komî sûcên şere û li dijî mirovahiyê jî sûcin. Abbas di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Bi zorê koçberkirin, windakirin li dijî mirovahiyê sûcin. Divê dewlet vê yekê nekin. Lê em ji bîr nekin ku Tirkiye, Sûriye, Îran û Iraq terora dewletan dimeşînin."
DÎHA/STENBOL