Li gorî agahiyên ajansa nûçeyan ANHA´yê li Efrînê çeteyên dewleta Tirk tenê di nava çend rojên dawî de zêdetirî 300 sivîl revandine. Sivîlen ku çeteyên artêşa Tirk ev revandine piraniya wan jin û zarok in. Ev sivîl bi tewanên derew hatine revandin û li beramberî berdana wan ji malbatên wan pere tên xwestin.
Kes nizane birine bi kû ve
Li gorî agahiyên çavkaniyeke ji navçeya Şera jî, di 17`ê Hezîranê de çeteyan Idrîs Horo û Elî Horo ji gundê Zeytûnkê revandin û heta niha aqûbeta wan ne diyar e. Her wiha çavkaniyeke din ji hundirê Efrînê diyar kirin ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker beriya 2 rojan 10 welatiyên ji navçeya Mabata revandine û ber bi cihekî ne diyar ve birin.
EFRÎN