Kordînasyona Giştî ya Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) li ser şerên rojên dawî yên li Nisêbîn, navenda Şirnexê û Geverê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Li gorî daxuyaniya YPS’ê, di şerê pêr de li van her sê bajaran herî kêm 31 tîmên taybet ên çeteyên Qesrê hatin kuştin.
Di daxuyaniyê de nasnameya 3 berxwedêrên li Nisêbîn û Geverê jiyana xwe ji dest dayî, hat eşkerekirin.
Daxuyaniya Kordînasyona Giştî ya YPS’ê ya li mijar mijarê bi vî rengî ye:
NISÊBÎN: “Roja 10’ê Nîsanê saet di 09:45’an de çeteyên Qesrê xwestin bikevin nava taxa Kanîka. Tîmeke me ya YPS’ê bi narincokan (bombeyên destan) li van çeteyan da. Di encama vê çalakiyê de kepçeyek hat rûxandin û 2 çeteyên qesrê hatin kuştin. Heman rojê saet di 14:00´an de hêzên qetlîamker careke din xwestin bikevin taxê. Li hemberî hêzên qetlîamker çalakiyek sabotajê hat kirin û di heman demê de derbên bi bandor li wan hatin dayîn. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyên Qesrê yên di vê çalakiyê de nehatin zelalkirin. Li hemberî taxên di bin kontrola yekîneyên me yên parastina sivîlan de ne, bi tank, hawan û katyûşa bomberdûman tên kirin.
Navên 2 endamên me yên YPS’ê yên roja 7’ê Nîsanê li taxa Kanîka şehîd ketin ev in:
Nasnav: Şoreş Nisêbîn / Nav-paşnav: Abdullah Karadûman Nasnav: Xalit Mêrdîn / Nav-paşnav: Abdurrahman Oral
ŞIRNEX: 10’ê Nîsanê piştî nîvro, piştî ku maşîneke zirxî gule li taxa Dîcleyê reşand, komek ji POH’ê hewl da ji vê gulereşandinê sûdê wergire û bi dizî xwe berde nava taxê. Yekîneyên me yên YPS’ê bi vê hewldanê hesiyan û di encama lêdana bi bandor de 2 endamên POH’ê kuştin. Wekî din tîmên taybet xwestin ji aliyê Navyan û Tatarê bikevin nava taxa Dîcle. Yekîneyên me yên YPS’ê li vir jî bersiv da û di şerê heta danê sibehê de 7 tîmên taybet hatin kuştin.
GEVER: Roja 10’ê Nîsanê saet di 07:00´an de, 8 endamên JOH’ê dema hewl didan bikevin avahiyeke li taxa Cûmhûriyetê, yekîneyeke me ya YPS’ê çalakiyeke sabotajê li avahiyê kir. Li vê derê 8 endamê JOH’ê di binê xirbeyê avahiyê de man. 12 endamên JOH’ê yên ji bo alîkarî û rizgarkirinê hatin, bûn hedefa yekîneyeke me. Di encama vê çalakiyê de hewldana dijmin a teqwiyeyê têk çû û tevî 12 endamên JOH’ê li vê deverê bi giştî 20 endamê JOH’ê hatine kuştin.
Nasnameya endamekî me yê YPS’ê yê roja 29’ê Adarê li Geverê şehîd ket, bi vî rengî ye:
Nasnav Rûbar Qoser / Nav-paşnav: Vedat Arsû / Navên dayik û bav: Fatîha-Huseyîn / Dem û cihê ji dayikbûnê: 1990 Mêrdîn.”
NAVENDA NÛÇEYAN