Yekîneyên Midûreyat Polîsan bi fermana 10’mîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê di 13’ê çile de li dijî 123 navnîşanan bi ser avahî û şaredariyên BDP’ê, KurdÎDER, Egîtîm Sen, Malên Çandê û TUHAD-DER de girtin. Polisan di serdegirtina malan de 39 kes hatin binçavkirin. Ji 39 kesên kesek li Midûriyeta polîsan, 3 kes li dozgeriyê û 4 kes jî li dadgehe serest hatin berdan. Nûcegîhanê DÎHA’yê Murat Çiftçi û 3 kesên din li dadgehê serbest hatin berdan. 31 kesên ku di navde Cîgira Hevserokên Giştî ya BDP’ê û parlemenera BDP’ê ya berê Fatma Kurtulan, Serokê Gişti yê DEHAP’ê yê berê Tuncer Bakirhan jî heye bi îdîaya „endamên rêxistinê ne“ û „Rêveberên Rêxistinê ne“ hatin girtin. 31 kesen hatin girtin bi dirûşmeyên „Em dê zivistanan bikin bahar“ û „Ev lîstik dê rojekê bi dawî bibe“ şandin girtîgehê. Jin şandin Girtîgeha Jinan a Tîpa L a Bakirkoyê. Zilam jî şandin Girtîgeha Metrisê.

STENBOL/ DÎHA