Hikûmeta AKP'ê ji Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmeha 2012'an heta niha, li gorî peyman û zagonan tevnegeriya, bi hevkariya çeteyên xwe yê weke DAIŞ, El Nusra ve Ehrar El Şamê 310 welatiyên Rojava qetil kirin. 

Hikûmeta AKP'ê deriyên sînor ên Serêkaniyê, Kobanê, Girê Spî ji çeteyan re heta dawiyê vekirî hiştin, lê hemû deriyên ku hêzên YPG/YPJ'ê rizgar kirin jî, asê kirin. Çeteyê DAIŞ'ê Savaş Yildiz ku ji hêla YPG'ê ve êsîr hatibû girtin, bal kişandibû ser êrîşên li dijî Girê Spî, Eyn Îsa, Silûk û Mebrûka yîn di 27'ê sibata 2016'an de. Jixwe ev tifaqa AKP û DAIŞ'ê bi îtîraf û belgeyan derkete holê. AKP ya ku peyama vîna xweseriya demokratîk a gelan ku li Girê Spî hatibû dayîn, nas nekir. Ji 24'ê cotmeha 2015'an heta niha navber neda êrîşên xwe.


Ji 2012’an û vir ve

AKP'ê piştî şoreşa Rojava, li Dîlokê çeteyên ENKS jî di nav de, bi komên çete re têkiliyan datîne û li dijî Efrîn, Heleb û Kobanê êrîşên berfireh dide dewamkirin. Êrîşa yekemîn jî di 8'ê Mijdara 2012'an de li Serêkaniyê bi pêş ket. AKP ku li vî bajarî bi navê Artêşa Sûriyeya Azad (FSA) yê xwest Kurdan tine bike, hevserokê meclîsa bajêr Abît Xelîl û şervanên YPG/YPJ yên li cem wî qetil kirin. 


Deriyê sînor girt û dîwar lê kir

Piştre li bajarê Serêkaniyê bi destê komên çete yên El Nûsra yê girêdayê El Qaîdê, li heremê êrîşeke giştî ya li dijî Kurdan da destpêkirin. Dewleta Tirk a ku di pêngava rizgarkirina bajêr de çeteyên birîndar derbasî Serêkaniyê ya serxetê kirin ji bo dermankirinê, di derî ji çeteyan re li piştê vekirî re alîkariya lojîstîkê jî kir. AKP ku ligel vê piştgiriyê jî nikaribû rizgarkirina bajêr asteng bike, dema bajar ji çeteyan hat paqijkirin, deriyî sînor girt û dîwarê şermê lê kir. 


Hendek kolan û dagir kir

Dewleta Tirk û AKP´ê ji gundê Endîwar a Dêrîkê heta bi Efrînê li gelek cihên ser sînor xendek kolan û dîwar lê kir; wê li Efrînê jî gelek darên zeytunan birrîn û beşek ji axa Rojava dagir kir. Her weha nehişt ku hin cotkarên Rojavayî erdê xwe yîn nêzî sînor bi çînin yan jî berhemîn xwe biçinin. 


Bi topan gelek caran êrîş kir

Artêşa Tirk, ji bilî van bi fermana AKP'ê ji 15'ê Hezîrana 2015'an ve rizgarkirina bajarê Girê Spî li Kantona Kobanê, heta niha bi dehan caran bi çekên giran êrîşê mewziyên hêzên YPG û Bûrkan El-Firat kiriye. Dîsa bi dehan caran êrîşên top û hewanan li dijî mewziyên hêzên Ceyş El Suwar û YPG/YPJ yên Kobanê û Efrînê kiriye. 


Li ser sînor 47 sivîl hatin qetilkirin

Leşkerên Tirk di nava 18 mehan de li ser sînor 47 welatiyên Rojavayî qetil kirin.

Li gorî rapora Yekîtiya Ragihandina Azad a Rojava (YRA) ya meha Adarê, li ser sînor ji Cotmeha 2014'an heta 27'ê sibata 2016'an 36 sivîlên rojavayî hatin qetilkirin. Ji meha Adarê heta niha jî di êrîşên artêşa Tirk de li ser sînor 11 sivîl hatin qetilkirin. Dîsa leşkerên Tirk, li ser sînorê navbêra Rojava û Bakûrê Kurdistanê de li 30 welatiyên Rojavayî êşkence kir, bi dehan jinên Rojavayî jî rastî tacîz û tecawiza leşkerên Tirk hatin. 


Komkujiyên bi organîzeya AKP'ê 

Sala 2013'an li Helebê bi pirranî li bajarokên Til Eran û Til Hasil komkûjî bi destê komên çete yên Ceyş El Îslam û El Nûsra pêk hatin. Di van de tiliya AKP'ê hebû û vê yekê jî di çapemeniyê  cih girtibû. Çend rojan beriya komkujiyê, komên çete bi endamên MÎT'ê re li Dîlokê  bi dizî civiyan û hevpeyman îmze kirin. Belgeyên hevpeymana di navbêra MÎT û El Nûsrayê de li dijî Kurdan hatibû danîn, di Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) de jî cihê xwe girtibû. 


Komkujiya Girê Spî û Kobanê

Jibilî êrîşên Artêşa Tirk, bi piştgiriya wê dayî DAIŞ´ê, li Girê Spî û Kobanê 2 komkujî pêk hatin. Çeteyên DAIŞ'ê 25'ê Hezîrana 2015'an, di êrîşa komkujiya li gundê Berxbatanê 23, li Kobanê jî 210 sivîl qetil kirin. Di êrîş û şerê paşê de jî 23 YPG'yî, 14 endamên asayîşê jiyana xwe ji dest dan. Di êrîşa bi armanca dagirkirinê ya AKP/DAIŞ'ê ya li dijî Girê Spî de jî 43 endamên YPG, Asayîş û hêzên parastina cewherî jiyana xwe ji dest dan, li Tirkmen Hemam, Silûk û Eyn Arûsê  jî zêdetirê 30 sivîl hatin qetilkirin. 

Artêşa Tirk di êrîşê û bombebarana 13'ê Sibatê ya li dijî kantona Efrînê de jî 2 şervanên YPG û leşkerekî hêzên parastina cewherî jiyana xwe ji dest da. 



ERDOGAN ALTAN/DÎHA/NAVENDA NÛÇEYAN




'Êrîş qet kêm nebûn'


Endamê Lijneya Rêveberiya TEV-DEM'ê Ferhad Dêrik, diyar kir ku di axa Suriyê de weke Kurd kengî dest bi çareserkirina pirsgirêkan dikin, rastî êrîşên serdestan tên. Derîk, anî ziman ku ji destpêka Şoreşa Rojava ve heta niha di serî de dewleta Tirk hêzên serdest ên derve, bi destê çeteyan êrîş pêk anîn û got: "Êrîşên li dijî Şêxmeqsûd, Girê Spî û Qamişlo bi destê çeteyan ji hêla rejîma BAAS û Artêşa Tirk ve tên kirin. Dîsa li Serêkaniyê, Rimêlan, Efrîn, Cizîrê û Kobanê êrîşên giran pêk hatin." Dêrik got, piştî ragihandina Pergala Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê meclîs hate avakirin, ji çar aliyê Rojava ve êrîş pêk hatin. 




Bîlançoya Qamişlo


Piştî ku hêzên AKP’ê ji 14’ê Adarê ve dest bi êrîşên li  dijî Nisêbînê kir, bajarê Qamişlo jî hedef hat girtin. Di nava mehekê de du welatî hatin qetilkirin, 8 birîndar bûn û gelek ziyanên madî jî çêbûn.

Yekîtiya Ragîhandina Azad di çarçoveya pêngava “Ji bêdengiyê re na” de 3’yê Nîsanê bi beşdariya rojnamevanên Rojavayê Kurdistanê, bi armanca teşhîrkirina êrîşên Tirkiyeyê dest pê kir, raporek amade kir.

Li gorî raporê, di êrîşên dewleta Tirk yên ji 3’yê Nîsanê heta 3’ê Gulanê de, du welatiyên sivîl jiyana xwe jidest da û 8 welatî jî birîndar bûn, her wiha ziyaneke zêde ya madî jî çêbû. 


 NAVENDA NÛÇEYAN