Sîncar di sala 1980'an de koçî navçeya Nisêbîna Mêrdînê kir. Dema li qahweşaneyê şewat derket, nasnameya wî jî di nava şewatê de şewitî. Piştî ku nasnameya wî şewitî 32 salin nikare nasnameyê ji xwe derxe. Sincar, ku 13 zarokên wî hene, ji ber nikare nasnameyê derxe 9 zarokên xwe li ser navê xizmên xwe qeyd kirin. Sancar piştî 37 saliya xwe bê nasname dijî. Sincar, anî ziman ku ji bo nasnameya xwe derxe serî li her derê da, lê hemû serlêdanên wî bê encam man. Sîncar, anî ziman ku ji ber nasnameya wî tune zarokên xwe yên din li ser navê xizmên xwe qeyd kirin û wiha got: "Ji ber nasnameya min tune ez nikarin sûdê ji xizmeta tenduristiyê jî bigirim. Ez dixwazin nasnameya min hebe, lê ez nikarin derxim."

Sîncar, destnîşan kir ku di 15 saliya xwe de zewicî û dema bavê 4 zarokan bû qahwexaneya wî şewitî û di şewatê de nasnameya wî şewitî. Sincar, bilêv kir ku 2 salan ji dewleta Tirk re leşkeri kir û belgeyên wî yên leşkeriyê jî hene û wiha got: "Li gel ku belgeyên min ên leşkeriyê hene jî dîsa rayedarên dewletê nasnameyê nadin min. Ji ber ku ez bê nasname me ez mexdûr bibim û nikarin sûdê ji gelek tiştan bigirim. Nikarim biçim doktoran û nexweşxaneşan. Mehek berê ez bi nexweşiya mîdê ketim, lê ji ber nasnameya min tune bû ez nehatim dermankirin. "

DÎHA/MÊRDÎN