33 gul li Pirsûsê

Haberleri —

BARIŞ POLAT MA/RIHA Di rojeke weke îro de 33 ciwanên nûgihiştî yên sosyalîst li Pirsûsê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ên tarî ve hatin kuştin. Ciwan ji bo biçin Kobanê û piştevaniya zarokên Kobanê bikin bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) hatibûn Pirsûs a Rihayê. Ciwanên di 20'ê Tîrmeha 2015'an de li Navenda Çandê ya Amarayê kom bûn bi êrişeke xwekujî ya DAIŞ'ê re rû bi rû man û di êrişê de 33 kes şehîd bûn. Şahidên wê rojê qala komkujiyê kirin. Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Navçeya Pirsûsê yê wê demê Mehmet Koştî, roja komkujiyê bi van gotinan anî ziman: “Ciwanên endamên SGDF’ê ji bo pêlîstokan ji zarokên Kobanê re bibin hatin navçeyê û polîs der heqê wan de xwedî hemû agahiyan bû. Berî teqînê, ciwanan dê daxuyanî bidan. Di kêliya daxuyanîdayînê de teqînê rû da. Her der bû agir. Dûre dû ji her derî bilind bû. Wê rojê ji esmanan goştê mirovan bariya. Gelek mirov birîndar bûn. Xwîna mirovan li erdê belav bibû. Birîndar pir bûn. Me hewl da ku em birîndaran bibin nexweşxanê, lê em hatin astengkirin. Destûr nedan ku ambûlans bikevin qadê. Piştî 2 saet şûnde nû ambûlans hatin. Ger polîsan mudaxile nekiriba, wê 33 kesan jiyana xwe ji dest nedaba.”
paylaş

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.