Her çend serokwezîr Erdogan û wezîre wî Recep Akdag pesnê xwe bi xizmeta tenduristiyê bidin jî tê dîtin ku hêj li dehan gundan doktorê dewletê tune. Li 33 gund û mezrikên herêma Lawîna ji ber doktor tune welatî ji mafê xwe yên tenduristiyê bêpar dimînin. Ji ber doktor tune, li şûna doktoran hemşîreyên li gundan peyvirdar xizmeta tenduristiyê didin welatiyan. Piştî li Gundê Peyanîsê Hekîmtiya Malbatî dest pê kir, Ocaxa tenduristiyê hate hilweşandin û li şûna wê navenda xizmeta tenduristiyê hate avakirin. Lê avahiya xizmetê ku di meha nîsanêde ji aliyê Midûriyeta Tenduristiyê ve bingeha wê hate avêtin û di nêvî de hate hiştin. Ji ber ku Midûriyeta Tenduristiyê avahiya xizmetê temam nekir, niha li şûna wê li malek buçûk xizmeta tenduristiyê dide. Gundiyên ku ji destpêkê heta niha ji xizmeta doktoran mahrûm in, pirsgirêkên mezin dijîn. Li gundê Peyanisê ku 4 hemşîreyên wekîl, 4 ajokarên ambulansê hatine peyvirdarkirin, niha tenê hemşîreyek wekîl û 112 ambûlansek xizmetê dide. Li gel ku welatiyan gelek caran pirsgirêkên xwe ji rayedaran re got û serî li Midûriyeta tenduristiyê dan jî heta niha tu pirsgirêkên wan nehatin çareseserkirin.

'Nexweş pir in, doktor tune'
Welatiyên gundê herêma Lêwînê li hemberî van pirsgirêkan hawarên xwe anîn ziman. Li gundê Baleka Kalê 76 salî Hasan Pala, anî ziman ku hefteya borî neviyê wî nexweş ket û ji ber doktor tune bû bi texsiya taybet birin gundê Peyanisê, lê li wir jî doktor nedîtin. Pala, anî ziman ku pişt re bêyî ku neviyê xwe derman bike paşve vegeriya.
Welatiyê bi navê Saît Pala jî anî ziman ku berê li Wanê dima û piştî erdhejên mezin vegeriya gundê Baleka û wiha got: "Piştî ku ez vegeriyam gund me qet doktor li gund nedît. Pala, da zanîn ku li gund hevsera wî nexweş ket lê ji ber ku doktor li herêmê tune neçar ma ku hevsera xwe bibe Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê."
Welatiya bi navê Şemsê Dînçer jî anî ziman ku li herêmê ku 33 gund û mezra ye û nifûsa wê 7 hezar in, ji ber doktor lê tune, welatî nikarin xizmeta tenduristiyê bibînin. Dinçer, anî ziman ku ne doktor û ne jî hemşîreyek heye û sûdê ji xizmeta tenduristiyê nakgirin.

'Tiştekî em bikin tune!'

Midûrê Tenduristiyê yê Colemêrgê Pispor Dr. Onur Ozlem Kose jî anî ziman ku li tevahiya herêmê pirsgirêka doktoran heye û ji ber doktor naxazin bên herêmê nikarin tişteki bikin. Kose, anî ziman ku welatî mafdar in, lê tiştekî ku ew bikin tune ye. 


HAMZA GUNDUZ
DÎHA/COLEMÊRG