HAWKAR MISTEFA/ROJNEWS/HELEBCE
Mesûd Kerîm welatiyekî 50 salî ye û nîştecihê bajaroka Sîrwan a ser bi parêzgeha Helebceyê ye. Ev nêzî 34 salin, bi çêkirina bisiklêtên zarokan re mijûl dibe û niha kurekî wî jî li gel wî weke şagirt dixebite û fêrî çêkirina bisiklêtan dibe.
Mesûd Kerîm der barê karê xwe de axivî û got: "Min ji sala 1983'yan ve li vê bajarokê ev dikan daniye û ez bi çêkirina bisiklêtên zarok û ciwanan re mijûl dibim. Tenê di sala 1988'an de ji ber kimyabaranê û penaberbûnê min çend meha navber dayê. Ez wê salê li bajaroka Erbet nîştecih bûm. Li wê derê jî min li gel birayê xwe dikana çêkirina bisiklêtên zarokan vekir."
Bi karê xwe dilxweş e
Mesûd Kerîm anî ziman ku ew bi pîşeya xwe gelek dil xweş e û got: "Ji ber karê xwe ez rojane bi zarok û ciwanên vî bajarokî re didim û distînim. Hinek zarok bi lez in û dixwazin ez di demek kurt de bisiklêtê wan ji bo wan çêbikim. Ez dibînim ku bi çêkirina bisiklêtan dilê wan xweş dibe. Dema ez wan keyfxweş dibîmin hîn zêdetir dilê min bi pîşeya min xweş dibe."
Werza bisiklêtan
Li ser pirsa gelo herî zêde di kijan deman de zarok ji bo çêkirina bisiklêtan serdana te dikin, Mesûd Karîm got: "Zarok her dem tên gel min. Lê belê di dema betlaneya dibistanan de hejmara zarokên ku serdana min dikin zêdetir dibe. Ji ber ku ev demek dirêje ez bi vî karî re mijûl dibim ez debara xwe û ya malbata xwe bi vî karî peyda dikim. Ez naxwazim piştî min di malbata min de dawî li vê pîşeyê bê. Ji ber wê min kurê xwe weke şagirt aniye gel xwe. Ew jî dixebite ku bi temamî fêrî çêkirina bisiklêtan bibe."