Li Rojavayê Kurdistanê her çiqasî ji berê de hinek hewldan û xebat hatibin meşandin jî, dîroka têkoşîna jinê ya bi awayekî rêxistinkirî, bi derbasbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a nav erdên Sûriyê destpê dike. Piştî ku Ocalan derbasî nav erdên Rojhilata Navîn bû, li Lubnan û Sûriyê di warê têkoşîna jinê de jî pêvajoyeke nû dest pê kir. Bi taybetî di warê felsefe, jiyan û civakê de xebatên girîng hatin destpêkirin.
Pêngava yekemîn
Xebatên jinê yên li Rojavayê Kurdistanê di salên 1980’yî de dest pê kir, wekî parçeyên din ên Kurdistanê li ser esasê “Bê jin jiyan nabe, jina azad civaka azad e” ev xebat hatin meşandin. Piştî ku yekemîn rêxistina jinê di sala 1987’an de bi navê Yekîtiya Jinên Welatparêz ên Kurdistan (YJWK) li Ewropayê hate avakirin, jinên Rojavayî jî bi awayekî çalak cihê xwe tê de girtin. Di vê çarçoveyê de li Rojava jî xebat hatin destpêkirin.
Bûn sembola jinên Rojavayî
Bi destpêkirina salên 1990’î re gelek jinên Rojavayî tevlî nav refên têkoşînê bûn. Di encama van xebatan de jinê hem di nava têkoşînê de hem jî di nava civakê de xwe îsbat kir û cihê xwe yê rêzdar girt. Di vê têkoşînê de gelek jinên têkoşer ên ku pêşengî kirin û jiyana xwe ji dest dan, bûn sembola jinên Rojavayî. Rûken Efrîn, Dîcle Kobanê û Sozdar Zinar jinên yekemîn ên li Rojava tevlî têkoşîna azadiyê bûne (di salên 1987-88-89) û jiyana xwe ji dest dane.
Jinên Rojavayê Kurdistanê heta salên 2000’î li çar parçeyên Kurdistanê di nava refên têkoşînê de bi awayekî çalak cihê xwe girt û bi taybetî li Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê di her qadekê de xebat meşandin. Ji salên 1980’yî heta salên 2000’î qederê 300 jinên Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da. Azîme, Berçem, Fîdan, Rûken, Bêrîvan, Şîlan, Şervin Derik, Dilan Derik, Sozdar Dêrik çend ji wan in.
Li Rojava têkoşîna bi zor û zehmetî
Bi van tecrûbeyên xwe jinan li Rojavayê Kurdistanê jî xebatên xwe dan meşand û di nava civakê de belav kir. Lê ev feraset jî bi hêsanî nehat afirandin û gelek zor û zehmetî hatin dîtin, her wiha gelek berdêl hatin dayîn. Bi taybetî li dijî polîtikayên tunekirinê yên rejîma Baas û ferasetên paşverû yên di nava civakê de ku jinê tune dihesibînin, têkoşîneke bêhempa hate meşandin.
Pîrozbahiya yekemîn a 8’ê Adarê
Jinan 8’ê Adarê jî wekî çavkaniyeke têkoşînê dît û pîrozbahî lidar xist. Cara yekemîn jinan 8'ê Adarê sala 1987'an li maleke bajarê Qamişlo bi dizî pîroz kir. Heta salên 2000’î 8’ê Adarê li malan bi rengê civînan dihat pîroz dikirin.
Heta salên piştî 1995’an hemû xebatên tevgera jinê bi baldarî, bi awayekî veşartî dihatin meşandin. Di wan xebatan de ku li gund, navçe, bajarok, bajar, taxan û kolanan dihatin meşandin, jinên têkoşer mal bi mal digeriyan û feraseta jin û jiyana azad, her wiha welatekî azad dida nasîn. Ev jinên têkoşer rastî gelek êrîşan hatin. Gelek ji wan ji aliyê hêzên rejîmê ve hatin girtin an jî ji aliyê nokerên wan ve radestî dewletê hatin kirin. Dîsa rejîmê ji bo ku îradeya jinan bişikîne êşkenceyên fizîkî û psîkolojîk dan meşandin.
Ji veşartîbûnê ber bi girseyîbûnê ve
Di salên 2000’î de pêngavên girîng ên birêxistinkirinê hatin avêtin. Piştî ku Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) sala 2003’yan li Rojava hate avakirin, jinan jî di nava refên partiyê de bi awayekî xweser cihê xwe girt.
Bi vê yekê re derfetên xebatê hîn berfirehtir bûn û rêxistinbûyîn bi pêş ket. Sala 2004'an cara yekemîn jin bi minasebeta 8’ê Adarê, li gundê Terteb ê Qamişlo bi rengekî girseyî û bi cil û bergên Kurdî daketin meydanan û pîrozbahî li dar xist. Lê hêzên rejîmê êrîşî pîrozbahiyê kir.
Yekemîn rêxistina jinan: Yekîtiya Star
Jinan di 15’ê Çileya 2005’an de bi beşdariya gelek jinan konferansa yekemîn a xweser li dar xist. Di vê konferansê de ku di heman demê de wekî kongreya yekemîn bû, rêxistina jinên Rojava bi navê “Yekîtiya Star” hate avakirin. Bi vî awayî di dîroka Rojavayê Kurdistanê cara yekemîn rêxistinek jinan hate avakirin.
Li Rojava, Sûriye û Lubnanê di her warê jiyanê de xebat hatin meşandin, lê li hemberî van xebatan rejîma Baas jî bi awayekî dijwar êrîş pêk anîn û bi dehan kadro û xebatkar girtin û winda kirin. Yek ji van jî Nazliye Keçel (Xelat Dêrik) e. Keçel sala 2004’an di serhildana Qamişlo de ji aliyê nokerên rejîmê ve radestî dewletê hat kirin û hîn jî agahî jê nayê wergirtin.
Heman salê di bîranîna salvegera komkujiya Helebce de, li taxa Eşrefiyê ya Helebê di êrîşa esker û polîsên rejîma Sûriyeyê de Ferîde Ehmed Reşîd û zarokek bi navê Arî Welo hatin qetilkirin. Ferîde Ehmed Reşîd a ji Efrînê di têkoşîna li Rojavayê Kurdistanê de, bû yekemîn şehîda jin.
Bi destpêkirina pêvajoya şoreşa Rojava (19 Tîrmeh 2012) re jinan ji parastin heta dîplomasî, civak, çand û rêveberiyê di her qadekê de pêşengî kir. Yekemîn şehîda YPJ’ê Silava Efrîn e ku li Efrînê jiyana xwe ji dest da.
Di qada civakî de jî jinan têkoşîneke xurt meşand û berdêl da. Endama Yekîtiya Star Gulê Selmo, li taxa Şêxmeqsud a Helebê di 10’ê Adara 2012’an de bi guleya pêxasên rejîma Baas birîndar bû û piştî 3 rojên li nexweşxaneyê di 13'ê Adara 2012'an de jiyana xwe ji dest da.
Sîstemek bi rengê jinê
Jinên kurd di 4 salên şoreşê de rengê xwe li hemû xebatan kir û bûn bingeha sîstema xweseriya demokratîk. Dema ku di 21’ê çileya 2014’an de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Cizîrê hate ragihandin, jinan jî bi temsîla di asta jor de cîhê xwe tê de girt. Bi heman rengî li Kontonên Kobanê û Efrînê jî rengê xwe diyar kirin. Di rewşa niha de li hemû saziyan sîstema hevserokatiyê tê meşandin. Hevseroka Kantona Cizîrê Hediya Yûsif yek ji wan jinan bû ku di sala 2004'an de ji aliyê rejîma Baasê ve hat girtin û 2 sal û 3 mehan di girtîgehê de ma.
Şewqa jinê da li Rojhilata Navîn
Jinên li Rojava, ne tenê di şoreşa Rojava de lê belê bi afirîneriya xwe ya li vir re, bûn pêşengên têkoşîna jinên li Rojhilata Navîn û cîhanê jî. Di encama van xebatan de sala 2013’an bi tevlîbûna jinên ji pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryanî Înîsiyatîfa Jinên Sûriyeyê hate avakirin. Ev xebat piştre berfirehtir bû û bandor li xebatên dîplomasiyê jî kir. Di 8-9’ê Kanûna 2015’an li Dêrikê Kongreya Sûriyeya Demokratîk hate lidaristin û di encamê de Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) hate avakirin. Di kongreyê de sîstema hevserokatiyê hate ecibandin û Îlham Ehmed wekî hevserok hate hilbijartin. Dîsa di 5’ê sibata 2016’an de li Dêrikê Konferansa Jinên Sûriyeyê ya ji bo Aştî û Demokrasiyê hate lidarxistin. Di konferansê de Desteya Jin a Sûriyeya Azad hate avakirin. Deste niha amadekariyên kongreyek li ser asta Sûriyeyê û çêkirina destûra bingehîn dike.
Di encama vê rêya dûr û dirêj a jinan de êdî têkoşîna xwe veguherandin avakirina civakeke bi fikir, nêrîn û rengê jinê. Bi gotineke din, jinên li Rojava 365 rojên salê veguherandin 8’ê Adarê.
Li Sûriye û Rojava 8’ê Adarê
Li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê heta salên 1980’yî 8’ê Adarê berevajî wateya xwe ya azadiyê dihat zanîn. Heta van salan ev roj wekî salvegera destpêkirina desthilatdariya partiya Baas dihat pîrozkirin. Lewra ji bilî pîrozbahiyên salvegera desthilatdariya Baas, hemû rengên çalakiyên din hatibûn qedexekirin.
Çalakiyên ku li ser navê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar dihatin lidarxistin jî, pir sînordar û ji wateya wê dûr bûn. Hin partiyên çepgir bi dizî û bêdeng ew roj di nav xwe de pîroz dikirin. Ew jî tenê di avahiyan de wekî şahiya xwarin û vexwarinê pêk dihat.
NAZDAR EBDÎ/QAMIŞLO