Navena Ragîhanina YPG’ê bi daxuyaniyekî nivîskî diyar kir ku hêzên wan dest bi hemleya 3’yemîn a ‘Opersyona Şoreşgerî ya Şehîd Çekjîn’ kirine. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di pevçûnên ji pêr ve li Serêkaniyê, Tirbespiyê, gundê Dawidiyê yê Til Temir û Girî Spî de 37 çete hatine kuştin û gundê Çafa hatiye rizgarkirin. YPG’ê da zanîn ku di van pevçûnan de şervanek YPJ’ê û 2 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Çapemenî û Ragîhandina YPG’ê der barê pevçûnên li Serêkaniyê, Girê Spî, Tirbespiyê û gundê Dawidiyê yê Til Temir ku de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat aşekrakirin ku şerê pêr di navber hêzên YPG’ê û çeteyên Dewleta Îslamî Iraq û Şamê (DAIŞ)/El Nusra cih bi cih dibomin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku piştî rizgarkirina gundê Elok ê Serêkaniyê ji destê komên çeteyan, YPG’ê berya 2 rojan dest bi hemleya 3’yemîn a ‘Opersyona Şoreşgerî ya Şehîd Çekjîn’ kirine.

Amûrên leşkerî hatin desteser kirin
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di encama hamleyê de pêr serê sibê şervanên YPG/YPJ’ê gundê Çafa û mezreyên derdorê ku komên çete wek navend bi kar tanîn azad kirine. YPG’ê destnîşan kir ku di şer de zêdeyî 37 endamên komên çete hatin kutşin û 2 hawanên 120, doçkayek 12.5 m, doçkayek 14.5, 5 kelêş, 6 wesayît û 2 alavên bê têl hatine destserkirin.
YPG’ê di berdewama daxuyaniya xwe de destnîşankirin ku di pevçûnên li Serêkaniyê de şervanek YPJ’ê û 2 şervanên YPG jî jiyana xwe ji dest dane û ev tişt hat gotin: “Şevê din komên çete êrîşî benda kontrolê ya gundê Dawidiyê ku di navbera Til Temir û Serêkaniyê de kirine û di encama bersivdayîna şervanên YPG’ê de, 2 çete hatin kuştin û komên çete paşve reviyan. Pevçûnên li wê herêmê hîn didomin û heta niha cenazeyên komên çete li qada şerê in.”
YPG’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku li herêma Kobanê jî pevçûnên demî li derdora gundê Sûsik didomin û şevê din hêzên YPG’ê 4 çete kuştin. Der barê pevçûnên li Tirbespiyê de jî di daxuyaniyê de hat bi bîr xistin ku pevçûnên li derdora gundên Xerdûga û Mihemed Diyab didomin. Di daxuyaniyê hat gotin ku 2 endamên komên çete hatine kuştin.
Di dawiya daxuyaniyê hat destnîşankirin ku şervanên YPG’ê dê opersyona xwe ya li dijî komên çete bidomînin û dê hemû herêmên Rojava ji destê çeteyan azad bikin.   


Dirdara û Hemîd hatin rizgar kirin
Hat ragihandin duh saet di 11.30’an de şervanên YPG/YPJ’ê di çarçoveya ‘Opersyona Şoreşgerî ya Şehîd Çekjîn’ de gundê Dirdara ku 2 kîlometreyan dikeve başûrê rojhilatê gundê Çafa ji destê çeteyên El Nusra azad kiriye. Hate zanîn piştî rizgar kirina gundê Dirdara, gundê Hemîd ku 3 kîlometir dikeve rojhilatê gundê Çafa hate rizgar kirin.
Hate zanîn şervanên YPG’ê ku doh saet derdora 02.15’ê gundê Hemîd yê ku 3 kîlomterî dikeve rojavayî gundê Çafa û derdora 8 kîlometrî rojavayî Serêkaniyê ye ji komên çekdar rizgar kirin. Hate hînbûn ku hêzên YPG’ê nuqteyek e Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê jî bidestxistin. Der barê kuştî û birîndarên komên çekdar  agahiyên zelal ne hatine bidestxistin.

 QAMIŞLO/SERÊKANIYÊ




Gel radihêje çekan

Komên girêdayî Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê ya ser bi El Qaîdeyê doh  bi topên hewan û çekên giran êrîşî mewziyên YPG'ê bi dest xistibûn, kirin. Girên ku YPG'ê bi dest xistine, li jorê gundên Dîva, Cemelê û Derbelûtê ne. Li ser vê yekê di navbera hêzên YPG û komên ser bi El Qaîdeyê pevçûnên dijwar rû dan. Herî kêm 40 endamên El Qaîdeyê hatin kuştin û cenazeyê 3 ji van ketin destê YPG'ê. Di pevçûnan de endama Meclîsa Leşkerî ya Efrînê ya YPJ'ê Ronahî Efrîn jiyana xwe ji dest da.
Piştî ku dengê pevçûnê bilind bû, gelê Cindêrisê daket kolanan. Bi hezaran kes ji malên xwe derketin û herikîn navendên YPG'ê û Meclîsa Gel. Hinek ji wan bi çifte, kaleşnîkov û çekên xwe yên sexsî hilgirtin, hatin ber navenda YPG'ê û xwestin biçin herêma şer. Jinên temen dirêj jî ji bo şervanên YPG'ê dest biçêkirina xwarinê kirin, zarok jî avê ji şervanên YPG'ê re dadigirin û dibin.
Hat hînbûn ku di pevçûnan de heta niha 40 endamên El Qaîdeyê hatin kuştin, bi dehan ji wan jî birîndar bûn. Cenazeyê 3 ji wan ketin destê YPG'ê û li ser wan jî belgeyên bi nivîsa bi zimanê Rûsî hatin dîtin. Tê gotin ku di belgeyan de tê xwestin ku ji derveyî Sûriyê hîn bêtir şervan bên Sûriyê. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên nêzî YPG'ê hatin wergirtin, belge û navên mijara gotinê yên hatin bidestxistin nîşan didin ku endamên El Qaîdeyê ji Dagistanê ne. Di vê navberê de komên çete ji bo hejmara kuştî û birîndarên xwe veşêre dest danî ser nexweşxaneya li Atma û ji mizgeftan banga cîhadê dikin.

EFRÎN