MEGAM-DER'ê, ji bo sertifa bide şagirtan li komeleyê merasimek pêk anî. Perwerdeya zimanê Kurdî a Zareveyê Kurmancî ku di 15 sibatê de dest pê kir, heta 15 gulanê berdewam kir. 20 xwendekarên pola Ehmedê Xanî ya asta yekem û 20 xwendekaran jî li pola Feqîyê Teyran a asta duwem ders dîtin. Ji xwedekarên asta yekem 19 bi serkeft, ji xwedekarên asta dûwem jî 18 kes bi ser kef in. Piştî xilasbûna ezmûnan xwedekaran serfîtikayên xwe wergirt.

MEGAM-DER'ê ji bo sertîfîkayê bidin li komeleyê merasimek pêk ani. Di merasima sertîfîkayan de Maamoste Mehmed Korkut serfitîkayên şagirtan li wan belav kir. Korkut berê ku serfitikayan belav bike, qala dîroka Zimanê Kurdî kir, Korkut,astengiyên li pêş gelê Kurd ên di warê zimande girte dest û waha got: "Gelê Kurd dibin zorî û zehmetîyên dijwar de zimanê xwe anî roja îro. Herdem bi pişaftinêre rûberûmaye. Bi saya serê tekoşîna gelê Kurd me nîşaneya hebûna xwe zimanê xwe parast û gîhand roja îroyîn. Bi saya serê tekoşîna gelê Kurd, gelê me ji tune bunê xwe rizgarkir, di gelek qad bidestxist pêwîste weke gel em ji îro şunve bêhtir xwedî li van nixan û deskeftîyan derkeven. Heger îro em livir dikaribin waneyan bi zimanê xweyê zikmakî bidin, em vê yekê deyndarê cangorîyên welatê xwe ne." Piştî axaftinê û dayîna serfîtîkayan xwendekaran bi dûruşmên "Bê ziman jîyan nabê " û "Zimanê me rûmeta meye " berz kirin û dawî li merasimê anîn. 

DÎHA/AMED