Komên ku di encama van kursan de pêk hatin, gelek caran tevlî festîvalan bûn û ji van festîvalan bi xelatan û bi awayekî serketî vegeriyan. Di çarçoveya Komisyona çandê de kursên govend, koro û tenbûrê hatin dayîn. Zarokên ku tevlî kursa dawî bûn jî sertîfîkayên xwe wergirtin. 

Mamosteya dersa govendê Dîlan Dilara Balk di nava komîsyona çandê ya NAV-DEM´ê de cihê xwe digire. Balk da zanîn ku qederê 70 zarokî beşdarî kursan bûne û temenê wan jî di navbera 3 û 16 salan de ye. Balk wekî din got, ew terzê herêman bi kar naîne, û dibêje “Armanca min ew e ez vê karê bi zarokan bidim hezkirin.”

Dîlan Dilara Balk dibêje, ev yekem cara ku sertîfîkayan didin beşdarên kursan û weha dewam kir: “Di dema li pêş de armanca min ew ku folklor û muzîkê bikim yek. Ango ez herdu karan bi hev re bikim.”


‘Ez pirr şa me’

Ji beşdarên kursan Havin bi xwe kela canê xwe weha îfade dike: “Ez pirr şa me. Ez dixwazim dersan dewam bikim û serketî bim.”

Malbat jî dixwazin kurs werin berferehkirin û bi vî rengî dewam bikin. Merasîma dana sertîfîkayan bi pêşandana govendê bi dawî bû.


HIDIR ATEŞ/BERLÎN