3´yê Tebaxê qirrkirina jinê ye
SMJÊ (Sîwana Meclîsa Jinên Êzîdî) ji bo şermezarkirina qirrkirina 3´yê Tebaxê ya li Şengalê û bibîranîna wê de, li gelek navenda çalakiyan li dar dixe. SMJÊ´yê ji bo beşdariya van çalakiyan bi daxuyaniyeke nivîskî bang li Kurdistaniyan û nexasim jî Êzîdiyan kir.
SMJÊ´yê got, “Azadiya Jinên li Şengalê Azadiya Mirovahiyê ye!” û bi bîr xist ku “Êrişên 3’ ê Tebaxa 2014’an, ne tenê fermaneke mirovî bu di heman demê de armanc ew bû, civaka Êzîdî ji binî ve bide tinekirin. Ji ber vê jî êriş bi rêkûpêk li dijî jinan hate kirin. Ji lewra, di heman demê de qirkirineke jinê jî îfade dike.”
SMJÊ´yê îşaret bi berpirsiyariya PDK´ê di qirrkirinê de jî kir û got, “Li gorî hejmarên ne fermî ji roja fermanê heta niha li Şengalê zêdetirî 5 hezar Jin û Zarokî hatin revandin û di bazarên koleyan de hatin firotin. Em cangoriyên Fermanê bi rêzdarî bi bîr tînin, keç û jinên ku hîn dîl tên girtin ti carî ji bîr nakin û soza xurtkirina têkoşîna rizgarkirina wan didin.
Ji ber ku Azadiya Jinên li Şengalê Azadiya Mirovahiyê ye!”
SMJÊ´yê banga xwe li jinên cihanê ji bo ku ew 3’ ê Tebaxê weke roja navnetewî ya çalakiya li dijî qirrkirina jinê binirxînin û bibînin, dubare kir û got, “Tevgera Jina Kurd di vê rojê de hem li Kurdistan û dervayê Welat amadekariya çalakiyên şermezarkirinê dike da ku dengê xwe ji bo Azadiya Jinên Êzîdî bilind bike. Li hemû deveran seet 18´an ji bo bibîranîna cangoriyên fermanê dê rêz bê girtin û di medyaya civakî de zindî were weşandin.”
Cîhên çalakiyan
Berlîn; Brandenburger Tor Seet 17 Meş/Mîting
Celle; Grosse Plan Seet 16 Mîtîng
Achim; Obernstrasse Seet 16 Mîtîng
Bielefeld; Hauptbahnhof Seet 16 Meş/Mîting
Wesel; Feldmark Seet 17:30 Meş/Mîting
Saarbruecken; Europagalerie Seet 18 Mîting
Emmerich/Kleve; Herzogstrasse Seet 18 Meş/Mîting
(pêşiya Volksbank)
Oldenburg; Hauptbahnhof Seet 18 Meş/Mîting BERLÎN