Zulkuf Ergun helbestên Peşêw ji Soranî kirine Kurmancî. Di vê gavê de çar pirtûkên pêşî wekî pirtûkek, bi cildeke stûr û xweşik hatiye çapkirin. Pirtûk bi navê “Şevnameya Şaîrekî Têhnî” hatiye weşandin û di vê cilda 1’em de ev çar pirtûkên Peşêw cih digirin: “Hêsîr û birîn”, “Pûta Şikestî”, “Şevnameya Şaîrekî Têhnî” û “Diwazdeh wane ji bo zarokan û çend şiîrên qedexe”.
Di dawiya vê cildê de hin wêneyên Peşêw ên ji demên cûr bi cûr jî wekî albumek di pirtûkê de hatine bi cih kirin.
Peşêw ku sala 1946’an li Hewlêrê hatiye dinê, helbesta xwe ya pêşî sala 1963’yan nivîsiye ku di rojnameyeke li Hewlêrê de hatiye weşandin û dîwana xwe ya pêşî jî sala 1967’an li Kerkûkê weşandiye. Heta niha 10 pirtûkên wî yên bingehîn hatine weşandin. Helbestvanê mezin Abdulla Peşêw li Fînlandiyayê dijî.
AMED