Pêr Ragihandina Şerê Iraqê daxuyaniyek belav kir û kuştina 4 berpirsên payebilind yên çeteyên DAIŞ’ê li Mûsilê ragihand. Di daxuyaniyê de wiha jî hat gotin: “Li gorî agahiyên îstixbaratî yên leşkerî, balafirên koalîsyonê li rojavayê Mûsilê çar berpirsên DAIŞ’ê hedef girtine.” Li gorî daxuyaniyê navê berpirsên payebilind ên DAIŞ’ê hatine kuştin wiha ne: “Berpirsê  îstixbaratiya DAIŞ’ê Ebu Meha hatiye kuştin. Her wiha li navçeya 17’ê Temûzê ji berpirsê guhestina aborî Hemadî Ehmed Simaq, Waliyê DAIŞ’ê yê Mûsil Hamid Ehmed Îbrahîm nasnav  Ebû Ewef Musilî, Berpirsê mêvanxaneyên DAIŞ’ê Ebu Xeldun ku xelkê Siudiye hatin kuştin.” 


 MÛSIL