Bi sedan şêniyên bajarên Dêrik, Girkê Legê û herêmên Berav û Koçerat, cenazeyên têkoşerên YPG’ê, HPG’ê û Asayîşê, Şoreş Azad (Hozan Serhed) yê ku li Silûkê, Ehmed Berxwedan (Ehmed Resûl) ku ku di 19’ê Adara 2014’an de li Kobanê, Endamên Asayîşê Ednan Domo (Ebû Rebî) û cenazeyê şervanekî HPG’ê yê li Şengalê jiyana xwe ji dest dayî li Goristana Şehîd Xebat a Dêrikê hatin definkirin.

Bi sedan kesî cenazeyên cangoriyan girtin ser milên xwe û birin Goristana Şehîd Xebat. 


Rahiştin cenazeyên hevalên xwe

Dema ku karwan gihişt goristanê, şervanên YPG/YPJ’ê û Endamên Asayîşê cenazeyên hevrêyên xwe hilgirtin ser milên xwe û derbasî nava goristanê bûn.  Cenazeyên têkoşeran li qada merasîmê ya goristanê hatin danîn. Piştre jî şervanan û endamên Asayîşê merasîmeke leşkerî li dar xistin.

Piştre jî Fermandara YPJ’ê Roza Dêrik axivî. Roza di destpêka axaftina xwe de sersaxî ji malbatên têkoşeran re xwest û got, wan bi fedekariya xwe êrîşên çeteyan pûç kiriye.

Di dawiya merasîmê de jî cenazeyên cangoriyan bi gotina diruşme û bi tilîliyan spartin axê.  


 ANHA/DÊRIK