Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li Efrîn, Ezaz û Raî çalakiyên tolhildanê kirin û 4 dagirker hatin kuştin.

HRE`yê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Li gorî daxuyaniyê:

“Li herêma Efrîn û di navbera bajarê Raî û Ezazê de hêzên rizgariya Efrînê di çarçoveya çalakiyên tolhildanê de li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 2 çalakiyên bi bandor li dar xistin.

Di çalakiya 13`ê Mijdarê ya li navbera bajarê Raî û Ezazê de 2 çete hatin kuştin

14`ê Mijdarê jî şervanan li navçeya Mabeta ya bi ser bajarê Efrînê bi çalakiyek bi awayî kemînê kirin û di encama vê çalakiyê de 2 çete hatin kuştin.”

 

EFRÎN