Girtî Hasan Çabadak piştî ku 28 salan di hepsê de ma, ji Hepsa Tîpa D a Amedê hat berdan. Sedat Gorenç jî 19 salî ketibû hepsê, di 43 saliya xwe de di çarçoveya dadgehkirina li DGM’ê ne adilane bûye, wê ji nû ve bê dadgehkirin, û ji bo vê ew jî hat serbestkirin.
Hasan Çabadak di sala 1992’an de li Amedê hat girtin. Piştî li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) hat darizandin, bi îdîaya “Hewl daye beşek axa di bin serweriya dewletê de parçe bike” di sala 1996’an cezayê muebetê lê hat birrên. Hasan Çabadak, piştî ku 28 salan girtî ma, hat berdan. Hasan Çabadak, li gorî biryara Îhlalê ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpa (DMME) serî li 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê dabû. Dadgehê piştî ji nû ve darizandinê, biryara berdana Hasan Çaladak da. Piştî biryara dadgehê ya tahliyê, Çaladak ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê derket. Çabadak di derketinê de ji aliyê malbat û hevalên xwe ve hat pêşwazîkirin.
Piştî bi 24 salan hat berdan
Dadgeha Destûra Bingehîn a dewleta Tirk (AYM) bi boneya di heyeta Dadgehên Ewlehiya Dewletê (DGM) de eskerên endam hebûne û darizandin bi adilane pêk nehatiye biryara ji nû ve darizandina girtiyên berê dide. Sedat Gorenç ê 19 salî ket hepsê û niha 43 salî ye hat berdan. Gorenç di 19’ê adara 1995’an de li DGM’ê hatibû darizandin û cezayê girankirî yê muebetê lê hatibû birîn. Gorenç beriya bi 14 mehan miracaetî AYM’ê kiribû.
Gorenç ê ji Girtîgeha Tîpa E ya Çankiri hat berdan ji aliyê malbat û hevalên xwe ve hat pêşwazîkirin.
Wekî din ji hepsa Midyadê Murat Tursun piştî bi 25 salan, û pêr jî piştî bi 27 salan Eyup Gul hatin berdan.
NAVENDA NÛÇEYAN