
Qonaxa Çaremîn a Pêngava Xezeba Firatê bi rengekî serketî dewam dike. Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ku pêr ji milê bakur-rojhilatê Reqa ber bi gundê Hemrat El-Xennam ketibûn tevgerê, doh sibehê gund ji çeteyan paqij kirin. Şervanên QSD’ê li gund dest bi operasyona lêgerîn û paqijkirina mayinan kir. Di wan kêliyan de li gundê Hemrat ê nêzî gundê Hemrat El-Xennam şer derketiye. Der barê encamên şerê li Hemrat de agahiyên zelal nehatine bidestxistin. Her wiha li aliyê din jî baskê rojhilat ê hêzên QSD’ê gundê El Bedir ku bi 6 kîlometreyan li rojhilatê Reqayê, di encama şerekî 2 roj û 2 şevan de rizgar kirin û li van gundên bi navê El-Bedir, Endelûs û Mazlûm şervanên QSD’ê dest bi operasyona lêgerînê kirin. Di encama operasyonan de li gundê El Bedir termê 4 çeteyan tevî 4 çekên kalaşnîkof û 3 rextên întiharî (xwekujî) û miqdarek cebilxane ket destê şervanan.
Li gundên rizgarkirî herwiha gelek mayin, tunel û xendeq ji alî şervanan ve hatin bêbandorkirin.
Şervanên ku ji milê rojhilatê Reqa ketibûn tevgerê danê êvarê berê xwe dan gundê Hemrat Xanem. Li ser gulebarana çeteyên DAIŞ li derdora gund şer derket. Şerê ku tevahiya şevê ajot hîn jî li gund û derdorê bi dijwarî dewam dike.
REQA