Dewleta Tirk a qirker û dagirker ji bo di qada siyasî de Kurdan pûç û tine bike êrişî siyaseta kurd dike. Di vê çarçoveyê de Hevşaredara Stewrê Gulistan Oncu, Hevşaredara Şemrexê Nalan Ozaydin, Hevşaredara Dêrikê Mulkiye Esmez û Hevşaredara Pirsûsê Hatîce Çevîk ên HDP’î hatin hatin girtin.
Di heman demê de polîsên dewleta Tirk dor li şaredariyan girtine.
Her wiha xebatkarên şaredariya Dêrikê Muslîme Ozbahçecî, Hediye Guneş, Bûrhan Temel û Feyzûllah Erol jî hatin girtin.
Polîsên Tirk ala Tirkan bi avahiya Şaredariya Pirsûsê ve kirin.
Dewleta Tirk a qirker û dagirker heta niha 20 şaredarî desteser kirine û ji van 3 bajarên mezin in.
NAVENDA NÛÇEYAN