Leşkerên artêşa Îranê û Heşdî Şebî li Rojhilatê Kurdistanê êrişî komek kolber kir. Li gorî nûçeya Kolbernewsê, pêr bi şev li herêma Sê Çoman a Pîranşar a ser bi parêzgeha Urmiyê, leşkerên artêşa Îranê û Heşdî Şebî ku li herêmê hatine bicihkirin, êrişî komek kolber kirin. Di êrişê de 4 kolber hatin kuştin û 2 kolber jî birîndar bûn.

Li gorî heman çavkaniyê, yek ji kolberên kuştî, Xalid Selîmî yê 50 salî ye ku xelkê Alan a ser bi Serdeştê ye. Navên sê kesên din nehatine eşkerekirin.

Tê gotin, sê ji van kolberan di dema êrişê de bi birîndarî di kevin rûbareke li wê herêmê û dixeniqin.

 

NAVENDA NÛÇEYAN