
Weşanxaneya Lîsê 4 pirtûkên nû li pirtûkxaneya Kurdî zêde kirin. Lîsê doh li ser hesabên xwe yên medyaya civakî ragihand ku di nav berhemên nû de roman, helbest, çîrok û şanonameyek hene.
Bavê Nazê di novela bi navê “Xweşîya Bi Êş” de, bi Sûlav û Mîdyaya hevala wê, kaya kevn a hest û hizrên jinan ên ku hatine veşartin ji nû ve li ber bê dixe û bi vê re em dibînin ku Sûlavê bêyî ku guh bide tevn û toreyên civakî dide dû dilê xwe, ligel ku tê digihîje bi êş e jî ji wê xweşîyê venagere.
Bi îmzeya Kawa Nemir jî pirtûka wî ya helbestan a nû ‘Morana Gerdûnê, Bayê Labûtê’ li hêviya xwendekarên xwe ye. Ev berhema poetîk a heftem a Kawa Nemir ji 300 haîkûyan pêk tê, hemû jî ji deftera wî ya haîkûyan a pêşîn hatine wergirtin û nivîskar, hunermend û rexnegirê navdar Şener Ozmenî jî bo vê berhemê çendek îlustrasyon çêkirine û bi vê yekê ve jî şewl û şîqaveke mayîn daye berhemê.
Bawer Rûken jî bi navê ‘Herimî’ keysa romana xwe li çapê aniye. Roman nifşê ku li Bakur dijî, bi me dide zanîn ku heta siberoja wî welatê ku ji mêhtinkaran re bûye cî û war neyê zanîn, dê ne pêkan be ku êşa vî nifşî jî bê fêmkirin. Lê ne bi tenê tundûtûjîya dewleta mêtinkar a zordest vedibêje.
Lîsê vê carê jî komediya bi navê “Jeppeyê Li Serê Çîyê” (Jeppe på bjerget) a ji pênc perdeyan pêk hatî ya Ludvig Holberg bi wergera ji Danîmarkî ya nivîskar û wergêrê hêja Ezîzê Gerdenzerî weşand. Ev komedîya ku yek ji komedîyên pêşîn ên şanoya neteweyî ya Danîmarkî ye di sala 1722'yan de li şanogeha Danîmarkî ya pêşîn a li ser Kolana Lille Grønnegadeê hatiye pêşkêşkirin û ji wê demê û vir ve bûye yek ji komedîyên sereke yên şanoya Skendînevî.
NAVENDA NÛÇEYAN