Kamber Erkoçak yek ji kesên herî çalak yê di nav kar û xebatên hilbijartinan a li Berlînê de ye. Endamê Partiya Sosyalîst Ya Jinûveavakirinê (SYKP) ê ye. Erkoçak bi giyaneke germ û bi baweriyeke zexm li xebatên xwe berdewam dike. Kamber Erkoçak ku bi xwe aktîvîstekî mafên mirovan e û ev 8 sal in li Berlînê dijî ji 1975 an vir de di nav siyasetê de ye. Ev du sal in jî di nav SKYP ê de kar dike. Ji Erdexanê ye, hevoka dawî bi Kurdî dibêje:“Heval, ez Tirkmen im û welatê min Kurdistan e!“
Felsefeya HDK ê girîng e
Erkoçak felsefeya HDK ê pir girîng dibîne. derdorên ku di nav platforma gelan de cih girtine jî wiha rêz dike. TKP, SKYP, TSIP kes û derdorên ku ne siyasî ne lê felsefeya HDP ê diparêzin, elewî hene, bi giştî niha hejmara wan gihiştiye 200 an.Nûnerên saziyan tên cem hev û rêveber wisa tên diyarkirin. Organa herî bilind ya biryargirtinê meclîs e. Demokrasiya rasterast hatiye bipêşxistin. Ji nîvî zêde kontenjana jinê heye û em hewldidin hîn zêdetir jî bikin. Bi taybetî jî komîsyonên jinan, jinan birêxistin dikin û li xebatan berdewam dikin. Li gor her pêdiviyê komîsyon hatine avakirin û hîna jî ev kar berdewam dike.
Kamber Erkoçak daxwaza Demîrtaş a 400 hezar dengan bi bîr anî û wiha got: Ji Berlînê 25 hezar deng tê payîn. Bi giştî 140 hezar hilbijêr hene. Magdeburg, Dresden, Frankfurt Oder, Potzdam, Oranienburg û hwd jî di nav de
Em dikarin li Ewropayê bibin hêz
Kamber Erkoçak diyar kir ku li Ewropayê hêzeke mezin ya Kurdan û muxalifan heye û wiha pê de çû: Kurd, elewî, şoreşger û sosyalîst tev de di nav jiyanên cihê de cih girtine. Eger em li hev nêzîk bibin emê vêna jî bi ser bixin.“ Erkoçak ji nêzikatiya welatiyan jî kefxweş e û mînakek dide der barê vê de : “Em diçin qehweyan, civînan û mirov gelek memnûn dibin. Gazî me dikin û dibêjin:“Fermo nasnameya min, navê min jî kontrol bikin.“ Em çûn cem kesekî ji Deryaya Reş, me got, „hevrê“ pir keyfa wî hat, got, ji mêj ve ye min ev peyv nebihîstibû, dîsa Tantunîcî jî got:“Dengê min ji HDP ê re ye.“
YEKO ARDIL/BERLÎN