Navenda DBP’ê ya Hewlêrê bi boneya 40’mîn salvegera damezirandina YNKê peyamek nivîskî belav kir. Di peyamê de wiha tê gotin: “Tekoşîna YNK’ê ya 40 salan pêşketinên mezin ji bo Kurdan bi dest xistiye. Weke partiyek Kurdî, di gelek pêvajoyan de ji bo yekîtî û biratiyê tekoşîn meşandiye. Bi vê boneyê em 40’emîn salvegera YNKê pîroz dikin û serkeftinê ji wan re dixwazin. Em şîfa ji Mam Celal re dixwazin ku têkariyekî mezin di tekoşîna aştî û demokrasiye de kiriye.”

Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) jî peyamek belav kir û di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku  hebûna YNK’ê ya 40 salan, hem di warê siyasî û hem jî di warê civakî de destkeftiyên mezin bi dest xistine û li Rojhilata Navîn di nava alozî û şer de, tekoşînek 40 salî ne tiştek ji rêzê ye. 

KNK di daxuyaniya xwe de balê kişand ser pêvajoyên ku Talabanî di nav de rol leyîstî û wiha pê de çû: “Çawa Mam Celal di pêvajoyên herî krîtîk de bi cesaretk mezin metirsî destnîşan kiriye, ji bo pirsgirêk bi rêyên siyasî werin çareserkirin tekoşîn meşandiye; îro YNK jî heman kevneşopiyê birêve dibe. Em weke KNK 40’emîn salvegera YNK’ê li gelê Kurdistanê û gelan pîroz dikin. Em ji bo Mam Celal, tevayî endam û rêveberên YNK’ê serkeftinê dixwazin.”

Hevserokatiya Kantona Cizîrê jî 40’emîn salvegera damezirandina YNK pîroz kir û ji YNK xwest ku têkoşîna xwe ji bo lidarxistina kongra netewî ya Kurdistanê bidomîne. 


 NAVENDA NÛÇEYAN




Li Stockholmê hat pîrozkirin


40. salvegera damezrandina YNK’ê ya ji aliyê Celal Talabanî ve bingeha wê hat danîn, li paytexta Swêd Stockholmê bi merasîmeke bi beşdariya bi sedan Kurdistaniyên ji çar parçeyên Kurdistanê hat pîrozkirin.

Salona pîrozbahiyê bi alên YNK’ê, wêneyên mezin ên Celal Talabanî hat xemilandin. Nûnerên partî û rêxistinên Kurdan ên beşdarî pîrozbahiyê bûn, di axaftinên xwe de bal kişandin ser qewimînên li Kurdistanê û girîngiya yekbûna Kurdan a li dijî çeteyên DAIŞ‘ê. Di pîrozbahiyê de çikolata li beşdaran hat belavkirin û partî û komên din ên Kurdistanî yên beşdarî pîrozbahiyê bûn, bi peyamên xwe re 40. salvegera damezrandina YNK’ê pîroz kirin. 


ANF/STOCKHOLM