Kemal Aktaş jî îşaret bi bêbextiya li dijî Abdullah Ocalanî kir û bang li aliyên Kurd kir da ku ji bo yekîtiya neteweyî bên cem hev.
Ji beşdarên berxwedan greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Ocalanî, Ayvaz Ece jî li Darmstadtê peyivî û got, bi têkoşîna PKK´ê re Kurd êdî heyî bûn.
Bi rasthatina salvegera damezrandina PKK´ê ya 41´ê li Ewrûpayê merasîm û şevên pîrozbahiyê dewam dikin. Li bajarên Elmanyayê Mannheim, Darmstadt, Bocholt, li paytexta Fransayê Parîsê jî bi heman armancê şevên pîrozbahiyê bi rê ve çûn. Di çalakiyan de qisekeran peyama, PKK xwedî li miletê Kurd derket û li çar parçeyên Kurdistanê jî miletê Kurd xwedî li PKK´ê derketiye. da. Li gorî wan êdî tyêkoşîna azadiya miletê Kurd gihiştiye qonaxekê ku êdî naşike û wê ileh bi ser keve.
Li Mannheimê li hola Rûya bi tevlîbûna hezaran kesî merasîmeke pîrozbahiyê hate kirin. Pîrozbahiya bi drûşma “Ji komekê heta gihişt bi milyonan” hat organîzekirin. Li ser navê komîteya amadekar daxuyanî hate xwendin û piştre jî peyamên KCDK-E û TJK-E´yê hatin xwendin.
AGÎF, ATÎK û ADHK jî ji bo merasîmê peyamên xwe şandin. Nûnerê FEDA’yê û parlementerê berê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz jî li şevê axivîn.
Di vê şeva pîrozbahiyê de hunermend Azad Bedran, Diyar, Denîz Deman, Sevîm û Erkan, Dengê Sînan, Komên DTKM û ekîbên sirûd û folklorê di merasîmê de derketin ser dikê û hunerên xwe pêşkêş kirin.
Bi PKK´ê Kurd heyî bûn
Li Darmstadtê di şeva pîrozbahiyê de parlamenterê berê yê HDP´ê Kemal Aktaş jî beşdar bû û peyivî.
Piştî rêzgirtinê hevseroka FCDK-KAWA´yê Songul Çelik got, bi PKK´ê re di dîroka Kurdan de ronesansekê dest pê kiriye û pê re êdî hebûna jinan xuya û misoger bûye.
Kemal Aktaş jî îşaret bi bêbextiya li dijî Abdullah Ocalanî kir û bang li aliyên Kurd kir da ku ji bo yekîtiya neteweyî bên cem hev.
Ji beşdarên berxwedan greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Ocalanî, Ayvaz Ece jî li vir peyivî û got, bi têkoşîna PKK´ê re Kurd êdî heyî bûn.
Di beşa hunerî ya şevê de Binevş Roj, Peywan Arjîn, Les Etoiles de Botan û Koma Hîvron jî derketin ser dikê. Koma Govendê ya Ceylan Onkol a Darmstadtê û koroya zarokan a bi heman navî jî hunerê xwe nîşanî beşdaran da.
Li Bocholtê şeva piştgiriya bi Rojava re
Li bajarê Bocholt ê Elmanyayê ji bo piştgiriya bi Rojava re û her wiha bi rasthatina salvegera damezrandina PKK´ê şahiyek çêbû. Meclîsa Gel a Kleve/Emmerich, Nav-Yek, Mala Êzîdiyan a Weselê li Bocholtê şahî li dar xist.
Qisekeran di çalakiyê de bal bire ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Rojava, Şengal û Başûrê Kurdistanê.
Her wiha Koma Rizgar Serhat, Koma Hêviya Rojê (Koroya Zarokan) jî derketin ser dikê û hunerê xwe pêşkêş kirin.
Li Parîsê şahiya bi heybet
Li Parîsê jî bi şeveke bi heybet salvegera 41’emîn a damezirandina PKK’ê hate pîrozkirin.
Pîrozbahiya ku li eywaneke konferansê ya Montreuillê hate lidarxistin, diyarî berxwedana Rojava hate kirin. Siyasetvanê Kurd Kemal Aktaş li vir jî ji xelkê re peyivî û got, “Salvegera damezirandina PKK’ê ya 41´ê bila li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, malbatên şehîd û gerîlayan û li gelê me yê li Ewrûpayê pîroz be. Li her çar parçeyên Kurdistanê û li cîhanê xwedî li PKK’ê hate derketin. Êdî ti tişt nikare li pêşiya vê têkoşînê bisekine.”
Hevseroka Partiya Çep Danielle Simonne, Alîkarê Serokê Giştî yê ÛDÎ Eric Chall, Rêveberê Neteweyî yê Partiya Komunîst a Fransayê Janne Marie Dusen, Berdevkê Neteweyî yê Partiya Keskan Sandra Rîgol jî di nav de, gelek siyasetvan beşdarî pîrozbahiyê bûn û peyam dan.
Comerd, Serhado, Mîkaîl Arslan, Xanemir, Koroya TEV-ÇAND’ê û Salt and Roots di pîrozbahiyê de derketin ser dikê.
NAVENDA NÛÇEYAN