Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê da zanîn, ku êrîşên çeteyên DAIŞ‘ê ku bi armanca dagirkirina Kobanê dan destpêkirin di roja 70. de dewam dikin. Navendê ragihand ku şervanên YPG/YPJ’ê, bi desteka çekên giran ên hêzên Bûrkan El Firat û Hêzên Pêşmergeyan, hin deverên ku çeteyan dagirkiribûn rizgar kirin. Hat destnîşankirin ku komên çete li gel hêzên teqwiye û çekên giran, li hemberî hêzên YPG/YPJ’ê têk diçin û windahiyên mezin didin. Di daxuyaniya Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê de li ser encamên pevçûnên dawî de ev agahî hatin dayîn:
„Şevê din li eniya rojhilat li herêma Sukul Hal, Kolana Şaredariyê û li derdora meydana Azadiyê, hêzên me li dijî komên çete êrîşek pêk anîn. Piştî şerê dijwar û giran hin deverên ku hatibûn dagirkirin ji çeteyan hatin paqijkirin û hêzên me li vê herêmê qademeyek pêşve çûn.
Li vê eniyê, heta niha bi qasî ku hatiye tesbîtkirin 32 çete hatine kuştin. Hêzên me, 13 keleşnîkof, 62 jarjor û bi hezaran guleyên keleşnîkofan, 7 roketên B7, 15 guleyên roketên B7, 40 bombeyên destan, 3 qutî gulleyên BKC, 2 bêtêl, 2 dûrbîn, 2 dûrbînên şevê, êlekek ji pola, maskeyek gazê û hin alavên leşkerî desteserkirin.
Wesayitên çeteyan rûxandin
Hêzên me şevê din, 5 kîlometro li başûrrojhilatê Kobanê, di navbera gundên Helinc û Şêx Çoban, dîsa li nêzikî gundê Til Hacîp li hemberî çeteyan çalakî pêk anîn. Di herdu çalakiyan de, 2 wesayit tevî çeteyên têde hatine rûxandin. Hêzên me di van çalakiyan de 3 kuştiyên çeteyan tesbîtkirine.
Eniya Başûr 7 çete hatin kuştin
Li eniya başûr jî hêzên me bi çalakiyan derbên giran li çeteyan xistin. Di çalakiyan de 3 motorsîkletên çeteyan hatin rûxandin. Li vê herêmê di berbanga sibehê de şerekî dem kurt pêk hat. Di şer û çalakiyên li vê herêmê de bi qasî ku hatiye tesbîtkirin 7 çete hatine kuştin û 3 çete jî birîndar bûne.”
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê diyar kir ku operasyona hêzên YPG/YPJ’ê ya li başûr û başûrrojavayê Serêkaniyê dewam dike û got, “Hêzên me di çerçoveya vê operasyonê de duh piştî nîvro li herêma nêzikî gundê Resme El Hacîr çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de 4 çete hatin kuştin.
Duh di saetên sibehê de jî komên çete li herêma nêzikî gundê Menacir êrîşek pêk anîn. Hevalekî me birîndar bû, û li gel hemû hewldanan, di saetên şevê de şehîd ket.”
ANHA/KOBANÊ