Hunermendan ji bo Mexmûrê bang li Hikûmeta Herêmê kirin: Ji şaştiyê vegere

Hunermendên Kurd li ser tora medya civakî bi peyamên bi dîmen ji bo rakirina dorpêça li ser Wargeha Penaberan a Mexmûrê bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin ku dawî li dorpêçê bîne û gotin: “Ji vê şaştiyê vegere.”

Wargeha Penaberan a Mexmûrê ya Şehîd Rûstem Cûdî 41 roje dorpêçkirî ye. Rêveberiya Hewlêrê tevî hemû bangên gelê wargehê, kesayet û hêzên siyasî yên Kurd jî, di dorpêçê de israr dike. Dorpêç heya niha bûye sedem ku du jinên ducanî zarokên xwe ji dest bidin, her wiha gelek karker ji karê xwe bibin.

Ji bo dorpêça li ser penaberan rabe û hew bibe sedema karesatên mirovî, hunermendên Kurd li ser tora medya civakî bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hêzên peywendîdar kirin ku berpirsyariyên xwe yên li beramber penaberan bi cih bînin û dawî li dorpêça li ser Mexmûrê bînin.

Hunermend Memo Gul, Pinar Aydinlar, Berfîn Mamedova, Aydin, Xanemîr, Farqîn,  Ozlem Baglayan û hinek hunermendên din peyamên bi dîmen belav kirin.

Xelqê Mexmûrê ne bi tenê ye

Aydin: m“Ev dorpêç tenê dijminên Kurd û Kurdistanê kêfxweş dike. Banga min bi taybet li gelê Başûrê Kurdistanê ye ku bi rêyên fermî serî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê bidin û diyar bikin ku ew vê helwesta wan a li dijî wargeha penaberan a Mexmûrê qebûl nakin, em hemû xwişk û birane. Gelê me yê wargeha Mexmûrê ne bi tenê ye.”

Ev zilmeke siyasî ya dijminane ye

Xanemîr: “Gundên xelqê me yê li Mexmûrê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin şewitandin, ji ber zilma dewleta Tirk koçî Başûrê Kurdistanê kirin. Di wê çola zûha de jiyanek nû afirandin. Ji bo parastina çand, dîrok û nirxên xwe yên netewî berxwedaneke mezin kirin. Dorpêçkirina Mexmûrê ne erkeke netewiye, ev zilmeke siyasî ya dijminahiya gelê Kurd e. Divê hemû sazî û dezgehên Başûrê Kurdistanê li dijî vê nerazîbûn bidin nîşan.

Divê demek berî demekê bi dawî bibe

Farqîn: “Ez xelqê me yê Mexmûrê silav dikim. Banga min ji NY û Hikûmeta Herêma Kurdistanê re ew e ku dorpêça li ser wargeha penaberan a Mexmûrê di demeke nêz de rakin, ji bo jin û zarok tedawiya xwe bibînin û bikarin biçin nexweşxaneyê.”

Pêwîstiya zarokan bi me heye

Ozlem Baglayan: “Pêwîstiya zarokên wargeha Mexmûrê bi me heye. Hemû pêwîstiyên jiyanî yên wan weke erzaq, derman û pêlîstok ji bo bên dabîn kirin, divê kêliyek beriya kêliya din dawî li dorpêçê were anîn.”

Êdî divê dawî lê bê anîn

Pinar Aydinlar: “Ti nirxek ji mirov û jiyana mirov watedartir nîne. Eqliyeta sînor, polîtîkayên şer, zarokên hîn neçêbûyî qetilkirin, êdî divê dawî lê bê anîn. Êdî em dixwazin dawî li polîtîkayên şer û dagirkeriyê bên anîn. Ji bo jiyaneke bê şer û bêmêtîngeh werin em mil bi bidin milê hev û dengê xwe hîn bilindtir bikin. Li dijî polîtîkayên faşîzm û emperyalîzmê hîn bihêztir hev bigirin.”

Mexmûr rûmeta gelê me ye

Berfîn Mamedova:  “Ez weke hunermendeke Kurd a li Rûsyayê dorpêça li ser Mexmûrê şermezar dikim. Bang li hunermendên Kurd dikim ku bi çand, berhem û hunera xwe xwedî li gelê xwe derkevin. Mexmûr rûmeta gelê me ye. Bijî berxwedana Mexmûrê.”

Ji vê şaştiyê vegerin

Mûzîkjen Memo Gul:  “Ez êrîş û dorpêça li ser kampa Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê şermezar dikim. Hêviya me ew e ku hêzên Herêma Kurdistanê ji vê şaştiyê vegerin, bi awayeke lezgîn vê ambargoyê rakin. Kampa Mexmûr rûmeta me ye.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN