436 komeleyên me ji xizmetê re amade ne
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd li Ewrûpayê (KCDK-E), di navê de Emerîka, Elmanya, Franse, Ingilistan û Kanada ji wezaretên tenduristiyê yên 24 dewletan û ji saziya tenduristiyê ya cîhanê, ji saziya Xaça Sor û 6 saziyên navneteweyî re nameyek şand û xwest di têkoşîna li dijî koronayê de bi hev re tevbigerin.
KCDK-E di nameya xwe de dibêje, ew li her qada bi rêxistin in, ji bo Kurdistanî û Tirkiyeyiyan xebatên agahdarkirinê dimeşînin û ew amade ne, 436 komele û salonên li bin banê xwe de li xizmetê vekin.
KCDK-E bi bîr dixe ku şewb bandorê li tevahiya mirovatiyê dike û lewma jî divê têkoşîn jî ne tenê bi hukûmetan be, ji ber ku berpirsiyarî û hevparî ya her kesî ye.
KCDK-E dide zanîn ku Komîsyoneke Tenduristiyê ya ji 35 bijîşkan pêk anîne û ew agahiyên pisporan ên di vî warî de werdigerînin li gel belav dikin û dibêje, em ê van xizmetên xwe jî bêyî cudahiyê bixin nava mirovan, dewam bikin.
Di dawiya daxuyaniyê de îşaret bi girîngiya xebata hevpar tê kirin û tê gotin: “Em dixwazin materyalên me amade kirine pêşkêşî wezaretên we û navendên koronayê bikin. Dîsa em dixwazin bi bijîşkên we re di nava danûstendin û şêwrê de bin. Em dixwazin bibêjin, em ji xebateke hevpar re amade ne û dixwazin komeleyên li bin banê xwe hemûyan li xizmetê vekin.” NAVENDA NÛÇEYAN