Di destpêkê de endamên Asayşê merasîma leşkerî lidarxistin. Paşê Hevserokê Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê Ebdilhemîd Mistefa bidawîkirina dewreyê li beşdaran pîroz kir û got ku hemû êrîşên çeteyên li aer gelê bi saya berxwedan û fedekariya şervanên YPG/YPJ’ê û Endamên Asayşê vala hatin derxistin û herêmê hat parastin.
Cîgira Serokê Desteya Hindirîn a Kantona Efrînê Ferîde Ebdo jî bal kişand ser rola endamên nû û erkên parastinê yên ku dikevin ser milê wan û bi dawîkirina dewreyê li endaman pîroz kir. Di dawiyê de koma şehîd Hawar a girêdayî Tevgera Çand û Hunerê, stran gotin. Beşdaran jî li ser dengê stranan dîlan gerandin. Di dewreyê de waneyên derbarê dîroka Kurdistanê, rêveberiya xweser, netewa demokratîk, dîroka jinê û gelek dersên din hatin dayîn. n
EFRÎN