Kovara sêmehane ya Yekîtiya Xwendenkarên Kurdistanê (YXK) di vê hejmarê de ji bilî nivîseke li ser Huseyîn Çellebî ku serokê rûmetê yê YXK’ê ye û 15’ê Cotmehê encamên çalakiyên wêjeyî yên li ser navê wî tên eşkerekirin, li ser qedexekirina PKK’ê li Elmanya, rakirina mafê destnedanê yê parlemanterên HDP’ê, rewşa siyasî û civakî ya li Şengalê, li ser asîmîlasyonê, li ser encamên kongreya 22. a YXK’ê, li ser xwebûn û xweparastinê û li mijarên jin, dîrok, wêje û ekolojiyê gelek gotar cihê xwe digirin. Ji bilî vê dersên Kurmancî jî dewam dikin û di vê hejmarê de bi dersa 6’an Elmanî-axêv dikarin fêrî Kurmanciyê bibin.
BOCHUM