Li Kerkûkê kalekî 80 salî. Jê re Mam Efendî dibêjin. Tizbiyan çêdike û difiroşe. Karê xwe ji can û dil dike. Dikana wî piçûk e. Lê pê debara xwe dike.

Ji bo Kerkûkiyan dikana Mam Efendî ne xerîb e . Dema ku mirov di ber Otela Kerkûkê re derbas dibin, rasterast dikana herî biçûk bala wan dikişîne. Di nava dikanê de kesekî navsere rûniştiye; bi cemedaniya Kurdî û rihspî ye; tizbiyan difiroşe.

Efendî Kerîm di sala 1942’an de li Kerkûkê ji dayik bûye. Dikana wî li ber Otela kevin a Kerkûkê ye. Piraniya dikanan tenê 2 metre û nîv in. 45 sal in ku li vê dikanê tizbiyan çêdike û difiroşe. Bi vê dikana piçûk debara xwe dike.

Efendî Kerîm wiha qala xwe dike; “Ji meha Nîsana 1964’an ve ez li vir im. Tizbiyan difiroşim û çêkirina wan karê min e. Kesê herî kevin im ku li vir dikana min maye û karê xwe didomînim. Heta îro bê navber dewam dikim. Ev kargeh cihê debara min û zarokên min e.”

Mam Efendî qal dike çawa ji karê xwe hez dike û di heman demê de behsa wan zehmetiyan xelkê jî dike: “Berê karê min gelek baş bû. Lê, niha rewş ne baş e, û kar kêm e. Xelk xembar e, û bêmûçe ye. Bêkar in. Lê, vê rewşê nikarîbû bike ku ez dev ji dikana xwe berdim. Her kesek karê xwe xweş divê. Ez bi her awayî evîndarê karê xwe me. Eger ez ne evîndarê karê xwe bûma, min ê 45 salan ev kar nekiribûya.”

 

ROJNEWS / KERKÛK