Çeteyên girêdayî Meclisa Leşkerî ya Helebê êrîşên xwe yê li dijî taxên kurdan didomînin. Di encama bersivdayîna şervanên YPG/YPJ’ê û Eniya El-Ekrad de pevçûnên dijwar rû didin. Li gorî agahiyên hatine bi dest xistin hejmara kuştiyên komên çete derketiye 45’an û 12 ji wan jî ji aliyê YPG’ê ve dîl hatine girtin.
Êrîşên Komên çete yên girêdayî Xalid Heyanî, Lîwa Ensar El-Îslam, Lîwa Şuhedaî Sûriya, Lîwa Yûsif El-Ezma, Lîwai Elrebî El-Erebî (Buhara Ereban) û çeteyên girêdayî partiya Azadî ya Mistefa Cuma yên li ser taxên kurdên Helebê hîn didomin. Çeteyên di êrîşan de çekên giran û tangan bi kar tînin. Hat hînbûn ku Tabûra Diri El-Cebel ya girêdayî Gurebai El-Şam jî tevli êrîşan bûye. Êrîşkaran bi tang û topan taxên kurdan topbaran dikin.
Li gorî agahiyên hatine bi dest xistin di encama bersivdayîna şervanên YPG/YPJ’ê û Endiya El-Kurad de ji pêr ve 10 çete hatine kuştin û 2 jî dîl ketine destê hêzên YPG’ê. Hat ragihandin ku hejmara kuştiyên êrîşkaran ji 5’ê îlonê ve derkete 45’an û 12 çete jî dîl hatine girtin. Di şerê li herêmê ev 5 roj e didome bi dehan endamên koman jî birîndar bûne.
Li aliyê din jî di encama topbarana komên çete de jî pêr di saetên êrvarê de welatiyê bi navê Reşîd Dawid (38) jiyana xwe ji dest da û 2 welatî jî birîndar bûn.  


Li Girê Spî 3 çekdar hatin kuştin
Hêzên YPG’ê di çerçoveya “Tevgera Şoreşgerî ya Şehîd Çekjîn Efrîn” li Girê Spî (Til Ebyed) li dijî komên çalakiyek pêk anî û di encamê de 3 çekdar hatin kuştin.
Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku hêzên YPG’ê çerçoveya “Tevgera Şoreşgerî ya Şehîd Çekjîn Efrîn” li dijî barageha komên çekdar ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ)/Cebhet El-Nusra ya li gundê Melûh El-Qemer a 12 kîlometerî başûrê Til Ebyed lidar xistin. Hate hînbûn ku di çalakiyê de 3 çekdar hatin kuştin. Hate gotin ku pevçûnên demî li derdora gundên Sûsik û Çelbê jî hîn didomin.


Baregehên çeteyan tên bidestxistin
Hêzên YPG’ê navendeke leşkerî ya komên ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ)/ Cebhet El-Nusra ku 2 kîlometrî dûrî Til Koçer e desteserkir. Li Gorî agahiyên ku ji herema şer hatine bidestxistin di çarçoveya ‘‘Opersyona Şoreşgerî ya Şehîd Çekjîn de’’ hêzên YPG’ê çalakiyek li dijî bargeheke leşkerî ya DAIŞ’ê lidar xistiye. Li gorî çavkaniyên heremê baregeha leşkeri ya 2 kîlometir dikeve li bakûr-rojavaya Til Koçer, wek navendek ya DAIŞ/Cebhet El-Nusra ji aliyê YPGê ve hatiye bi dest xistin. Çavkaniyên heremî didin diyar kirin ku pevçûnên li heremê hêj didomin de, bi dehan kuştî û birîndarên komên çekdar hene. 

NAVENDA NÛÇEYAN




Rizgariya Til Koçer nêz e
Fermandariya Giştî ya YPG’ê destnîşan kir ku rizgarkirina bajaroka Til Koçer nêz bûye û bi nameyekê mizgînî da hemû pêkhateyên bajarokê û ji wan xwest ku rêveberiya xwe ava bikin û lidijî êrîşan têbikoşin.
Fermandariya Giştî ya YPG’ê der barê operasyona rizgarkirina bajaroka Til Koçer de ji hemû netew, ol û mezhebên bajarokê re nameyek weşand. Di nameyê de ev tişt hat gotin: “Şêniyên Til Koçer ên bi rûmet û eşîrên herêmê yên resen; em mizginiya rizgarkirina bajarek ji bajarên herêma me didin we. Rizgarkirina bajarokê nêz bûye. Em bajar ji destê hêzên tarî yên ku li dijî nirx û rûmeta gelên hêmê ne, dîroka wan benpê dikin, her wiha di nava gelên herêmê de cudahiyan derdixînin û li ser navê Îslamê bendan datînin, rizgar dikin.”
YPG’ê di nameya xwe de diyar kir ku ew wekî YPG’ê dibêjin ku ev mizgînî wê bibe destpêka serkeftina nirxên edalet, wekhevî û jiyana hevbeş û wiha hat gotin: “Ev mizgînî her wiha dê planên hêzên tarî vala derxe. Em spasiya hemû eşîr û pêkhateyên ku alîkariya hêzên me kirin dikin. Em ji pêkhateyên herêmê re dibêjin ku helwesta wan çi dibe bila bibe, em ê bihev re welatekî ava bikin û tiştên mane biparêzin. Em gelê xwe ji komkujiyên rejîm û komên çete biparêzin.”
YPG’ê di nameya xwe de aşkera kir ku ev roja vegerandina sererastkirina dîroka xwezayî ye û diyar kir ku ev serkeftin serkeftinên gelên herême ne ku nûnertiya wê YPG dike. YPG’ê da zanîn ku dê ev serkeftin jiyana hevbeş û biratiya gelan biafirîne û wiha got: “Li ser vî esasî em bang li hemû gelên herêmê dikin; em ê bi yek destî pêşeroja welatê xwe yê hatiye hilweşandin, ava bikin. Em bibin destpêka avakirina Sûriyek nû ku hemû pêkhate, ol û mezhep maf û azadiya xwe bigirin.”
YPG’ê wekî hemû carî dîsa dubare kir ku ew wekî YPG’ê ji gelên herêmê careke din aşkera dikin ku ew hêzên parastina hemû herêmê ne û tu cudahiyê naxin nava netew, ol, zayendan û bang li gel dikin ku bi yek destî têbikoşin û xizmeta şoreşa azadî û rûmetê bikin.
YPG’ê herî dawî destnîşan kir ku bajaroka Til Koçer milkên hemû eşîrên Şemer, Şerabî û Cewala, her wiha hemû eşîretên din e û nameya xwe wiha bi dawî kir: “Rêveberiya bajarokê dikeve ser mile wan. Ji ber ku ew şêniyên rasteqîn ên herêmê ne. Ew ê herêmên xwe pêş ve bibin. Li ser vî esasî em bang li hemû pêkhateyên herêmê dikin ku ji nava gel rêveberiyekê ava bikin û herêmê ji komên biyanî û çeteyan biparêzin. Her wiha xizmeta civakê bikin û bibin numune ji bo pêşerojê.”

QAMIŞLO