Mihemed destnîşan kir ku ew di qonaxa yekem û duyem de dersên bi Kurdî didin hemû beşê civakê û wiha dom kir: ''Di beşa 3'yemîn a xebatên me de em mamosteyan amade dikin. Di demên pêş de em ê rê li ber hemû kesî vekirin ku tevlî xebatên me yên qonaxa 3'yan bibin.''
Hevkariya dezgehên ziman
Mihemed derbarê têkiliyên wan ên bi herêmên din ên Rojava û perçeyên din ên Kurdistanê de da zanîn ku têkiliya wan bi şaxên saziyê yên li herêmên xweser ên Efrîn û Kobanê heye û wiha dom kir: ''Di hemû xebatên xwe de em û hevalên xwe yên herêmên din têkiliyan dene, em û wan hev ji nêzî ve dişopînin.'' Mihemed, da zanîn ku têkiliyên wan bi saziyî û dezgehên zimanê Kurdî yên parçeyên din Kurdistanê re heye û da zanîn ku ew di nava hewldanan de ne ku jêderekeke berfireh ji bo her çar parçeyan re çêbikin û pirsgirêkên heyî çareser bikin.
Mamoste tên amade kirin
Mihemed, da zanîn ku wan lez daye xebatên xwe yên amadekariyên mamosteyan û wiha dom kir: ''Niha li Rojava akademiyên ziman hatine vekirin, di van navendan de mamoste têne amadekirin. Di demên pêş de dê mamosteyên me amade bikin ku li derve jî perwerdeya akademî bidin û wiha pêde çû:''Li Rojava akademî ji bo amadekariyên mamosteyên ku ziman, wêje û dîroka ziman, jiyana xwezayî û dîroka jinan amade dikin. Di nava perwerdeyan de mamoste derdikevin.''
Pîrozbahiyên cejna ziman
Derbarê pîrozbahiyên 15' Gulanê Mihemed got ku SZK'ê her sal roja ziman pîroz dike û wiha axivî: ''Bernameya ya pîrozbahiyên îsal di 10 gulanê de destpê kir dê di 15'ê Gulanê de bi şahî û meşan bi dawî bibin. Bi munasebeta roja ziman em ê daran jî di park û cihên taybet de biçînin. Her wiha bi vê munasebetê dibistanên nî dê bêne vekirin.''
Pirtûk tên amade kirin
Derbarê menhec û amadekirina çapkiriana pirtûkan Mihemed destnîşan kir ku ew amadekariyên xwe dikin ku pirtûkên astên sereta, navîn û amadeyî dikin û got: ''Akademiyên madeyên zaniest, matamatîk û herwekî din dê bêne vekirin û mamoste di vir de bêne amadekirin da ku dersên van madeyan bi Kurdî bêne dayîn.''
QAMIŞLO