Kordînasyona Giştî ya YPS’ê, li ser şerê du rojên dawî yên li Hezex û navenda Şirnexê daxuyaniyek weşand. Kordînasyona Giştî ya YPS’ê da xuyakirin ku di şerê li Hezex û navenda Şirnexê de ‘5 çeteyên AKP’ê’ hatine kuştin.
Di daxuyaniya YPS’ê de hat bibîrxistin, ku konsepta şerê topyekûn ê dewleta AKP’ê ya faşîst li hemberî qadên xwerêveberiyê yên li Kurdistanê daye destpêkirin, dewam dike.
Her wiha di daxuyaniyê de li ser şerê qewimî, ev agahî hatin dayîn: “Li navenda Hezexê, ev du roj in bi tank, top û çekên giran êrîş li hemberî taxan tên kirin. Roja 29’ê Sibatê çeteyan hewl dan ji 3 baskan ve xwe berdin nava taxan. Hêzên me li vê derê bersiv dan û şerekî dijwar qewimî. Piştî şer çete neçar man xwe vekişînin.
Hêzên me duh li navenda Şirnexê li hemberî Midûriyeta Emniyetê çalakiyeke sûîqestê pêk anîn. Li vê derê polîsek hat kuştin. Her wiha hêzên me roja 29’ê Sibatê li hemberî maleke çete tê de bûn çalakiyek pêk anîn.
Kuştî û birîndarên çeteyan ên li vê derê nehat zelalkirin. Di çalakiyên li maleke din de jî 3 leşker hatin kuştin. Wekî din, hêzên me yên ketin hundirê maleke din, li vir leşkerek kuştin.”
Li Sûrê teqînên dijwar
Li navçeya Amed Sûrê, ku 92 roj in terora dewletê lê heye, êrîş giran dibin. Ev saeteke dengê teqînên dijwar li navçeyê rû dan. Terora AKP û Qesrê ya li hemberî navçeya Amed Sûrê, ev 91 roj in bi êrîşên dijwar dewam dike. Ev saeteke dengê teqînên dijwar û şer ji navçeyê tê. Dengê ji taxan tê, ji tevahiya Amedê tê bihîstin.
ŞIRNEX/AMED