Pêngava Bagera Cizîrê di roja xwe ya 28´an de dewam dike. Şervanan doh di şer de 5 gund û 16 gundik rizgar kirin. Li aliyê din sivîlên doh ji Dêra Zorê koçber bûyî ku hejmara wan gihişt 20 hezaran li benda QSD´ê ne ku wan rizgar bike. ŞervanênHêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) doh 5 gund ji çeteyan rizgarkirin, her wiha ketina gundê Wesîla ya li Başûrê bajarokê Siwer û nîvê gund jî ji çeteyan paqij kirin. Li baskê Cezrat jî çeteyan êrîşî gundê Til Kesra kir, şervanan bersiv da û êrîşa çeteyan şikand.

Şervanên QSD´ê yên di pêngava Bagera Cizîrê de li Baskê Siwer ketin gundê Wesîha ya li başûrê Siwer, şervanan ji nîvî zêdetirê gund girtine û di nava gund de şerê pirr giran dema nûçeya me dihat amadekirin, rû didan. Di encamê de heta hingê herî kêm 5 çete hatin kuştin.

Li Baskê Mergeda jî şervanan 5 gund ji destê çeteyan rizgar kirin. Di şerê li vir de kelaşnîkofek û tivingeke burno ketiye destê şervanan. Navê gundan dema nûçeya me dihat amadekirin hîna nehatibû parvekirin.

Li Baskê Cezrat jî çeteyan êrîşî gundê Til Kesra ya ku beriya bi 2 rojan ji aliyê şervanan ve hatibû rizgarkirin, kir. Şervanan bersiva êrîşa çeteyan da û êrîş şikandin. Di bersivdayînê de 5 çete hatin kuştin û çete reviyan. Li vir cenaze, cebilxane û sîlehên li ser van cenazeyan ketin destê şervanan.


Pêr bi şev şervan 10 km bi pêş ve çûn

Şervanên QSD’ê li hersê baskên Pêngava Bagera Cizîrê ji pêr bi şev heta doh sibehîhemû êrîşên çeteyan şikandin. Şervanên QSD’ê 10 kîlometreyan bi pêş ve çûn û 17 çete kuştin.

Li baskê Siwar, li aliyê başûrê bajarokê Siwar, şervanên QSD’ê bipêşveçûna xwe ber bi sînorê Îraqê ve didomînin.

Li baksê Mergede pêr bi şev şervanên QSD’ê di şer de 8 çeteyên DAIŞ’ê kuştin, erebeyeke teqemeniyê desteser kirin û erebeyeke eskerî ya çeteyan jî ket destê şervanan. Ji pêr bi şev heta doh berê sibehê şervanên QSD’ê 10 kîlometreyan bi pêş ve çûn. Li vê herêmê 16 gundik jî çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin.

Hemleya Bagera Cizîrê ku di roja 9’ê îlonê de destpê kiriye di roja xwe ya 27’ê de bi hemû hêza xwe didome û şervanên pêşveçûna xwe ya li sê baskên hemeleyê didomînin û derbeyên giran li çeteyan dixin.


Şêniyên Dêra Zorê li benda mizgîniya QSD′ê ne

Koçberên Dêra Zorê da zanîn ku gelê Dêra Zorê  li benda QSD′ê ye ku wan ji zilma DAIŞ′ê rizgar bike. 

Koçberiya şêniyên bajar û gundewarên Dêra Zorê ber bi herêmên rizgarkirî ve didome. Pêr şervanên QSD′ê 20 hezar koçberên ku ji ber bombebarana balafirên rêjîma Baasê û Rûsyayê reviyane, pêşwazî kirin. Koçber li herêma Milêhe ya rizgarkirî hatin bicihkirin.

Koçberê bi navê Ehmed Silêman diyar kir ku ew ji ber bombebarana balafirên Rûsya û hovîtiya çeteyên DAIŞ′ê reviyan û xwe gihandine herêmên rizgarkirî. Ehmed wiha dewam kir: ″Ez hatim herêmên rizgarkirî da ku karibim bijîm. Ez malavahiya şervanên QSD′ê dikim″.

Koçbera bi navê Fida Hesen jî got, ew di derengiya şevê reviyan û berê xwe dan herêmên di bin ewlehiya şervanên QSD′ê de. Fida wiha axivî: ″Çeteyên DAIŞ′ê zulm li me kirin û dor li me girtin. Piştî ku min evqas êş ji destê çeteyan kişand, min bawer nedikir ku ez ê carake din jiyana xwe bi awayekî xwezayî bidomînim″.  

Fida destnîşan kir ku QSD sivîlan diparêze û alîkariya wan dike, korîdoran ji wan re vedike da bikaribin xwe bigihînin herêmên bi ewle.

Fida di dawiya axaftina xwe de gelê Dêra Zorê yên ku herêmên wan hatine rizgarkirin pîroz kir û hêvî kir ku herêmên din di zûtirîn demê de bêne rizgarkirin.  



Şervanan 65 sivîlên din rizgar kirin


Di şerê li navenda bajarê Reqayê de 7 çete hatin kuştin, şervanên QSD’ê 65 sivîlên din rizgarkirin.

Di çarçoveya Pêngava Rizgarkirina Reqayê de li navenda bajêr di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şerê giran dewam dikin. Li Taxa Nehda, Huriye (Azadî) û Berîd doh şervanan derbên giran li çeteyan xistin. Şervan li Taxên Azadî û Berîd bi pêş ve diçin. Di şerê li van taxan de doh 7 çete hatin kuştin. Li taxa Nehda jî pirraniya wan jin û zarok 40 sivîl hatin rizgarkirin. Li eniya rojhilat a Reqayê jî şervanên QSD’ê 25 sivîl rizgar kirin.


ANHA / DÊRA ZORÊ