Navenda Çapemeniya YPG’ê der barê şer û pevçûnên ku di 24 saetên dawî de li kantona Kobanê, herêmên Til Temir, Hesekê û Cezaa yên kantona Cizîrê derketin de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniya ku di malpera fermî ya YPG’ê de hate weşandin de, hate destnîşan kirin ku di van pevçûnan de gundek û 5 mezra ji çeteyên DAIŞ’ê hatine rizgakirin û gelek winda dane çeteyan. Daxuyaniya YPG’ê wiha dewam dike: "Di çarçoveya berxwedana Şengalê de li hemberî êrîşên hovane yên çeteyên DAIŞ’ê, hêzên me şeva ku 28’ê Tebaxê bi 29’ê Tebaxê ve girê dide, operasyonek pêk anîn. Di vê operasyonê de hêzên me gundê Qaxurtê û 5 mezrayên li ser xeta gundên Arcê û Cezaa, dîsa gundên Sefanê û Aqreşê hedef girtin. Di encama vê operasyonê de 5 mezra û gundê Qaxurtê hatin rizgarkirin, çeteyên li gundên Sefanê û Aqreşê jî derbeyên giran xwarin. Li cihên hatine rizgarkin 30 kuştiyên çeteyan hatine tespîtkirin.


Gelek cebilxane girtin
Li gor daxuyaniya YPG´ê di şerê li van deveran de gelek cebilxane jî hatiye desteser kirin, di vê mijarê de ev agahî hat dayîn: "Li van deran 6 wesayît, 2 çekên doçka, 2 BKC, 2 B7 roket avêj, 2 fuze, kelaşnîkofek, 12 gulêyên B7 roket avêj, 9 qutî fişekên doçkaya 12-5, qutiyek fişekên BKC û gelek kel û pelên leşkerî hatine desteserkirin. Hêzên çeteyan ku xwestin ji gelek aliyan ve ji bo taqwiyeyê werin qadê jî bûne hedefa hêzên me. Li vir, hêzên me yek jê ya doçka bi giştî 4 wesayîtên çeteyan rûxandin. Di van wesayîtan de gelek kuştî û birîndarên çeteyan çebûn, lê hejmara wan nehate zelalkirin. Di çalakî û pevçûnan de bi giştî 5 hevalên me birîndar bûne. 29’ê Tebaxê jî yekîneyên me li gundê Şêx Birho ku dikeve rojavayê Kantona Kobanê operasyonek li hemberî du cihên cûda yên çeteyên DAIŞ’ê pêk anîn. Di encama vê operasyonê de 6 endamên çeteyan hatin kuştin."


Derbe li DAIŞ´ê dan
Di daxuyaniyê de tê gotin ku dîsa heman şevê komên çete xwestin bikevin gundê Boraz ku ber jî bûbû hedefa çeteyan. Di vê mijarê de jî ev xal hatin destnîşankirin: "Li vir hêzên me bersiv da çeteyan û di encamê de 3 çete hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn. Di encamê de çete neçar man paşvê bikişin. 29’ê Tebaxê saet di 01.00'an de çeteyên DAIŞ’ê xwestin êrîşî taxa Welat a Hasekê bikin. Lê hêzên me bersiv da û heta 02.30'an pevçûnên dijwar qawimîn. Di pevçûnan de derbarê kuştî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal nehatin bidestxistin. 28’ê Tebaxê hêzên me bi hawara gundên Huseynê, Hiwêca, Ummil Mesamir, Til Hemmam û Xetla yên giredayî Til Temir çûn. Li van gundan di encama pevçûnên ku bi çeteyan re derketin de, bi giştî 12 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin.” 

NAVENDA NÛÇEYAN