Hêzên YPG’ê Tabûra bi navê El-Ehrar El-Weteniyîn ku hemû şervanên wê Ereb in bi merasîmekê ragihand. Piştî merasîm bi dawî bû hêzên YPG’ê bi otomobîlên leşkerî û tevlî Tabûra nû li nava bajarê geriyan.
‘Em dereng mane’
Fermandarê Tabûra El-Ehrar El-Weteniyîn a YPG’ê Hewas Agûb diyar kir hêzên YPG’ê herêm ji komên çete paqijkirin û hemû pêkhateyên herêmê diparastin û ev tişt gotin: “Em spasiya hêzên YPG’ê dikin, çek dan me û em tevlî erka parastina herêmê ji komên çete yên radîkal bibin.Tevlîbûna me ya di nava YPG’ê de dereng hat, lê careke din em ê hewl bidin ku di vê demê de li rex birayên xwe yên Kurd, Xiristyan û Çeçan bin û herêmên xwe biparêzin.”
Şervanê bi navê Ehmed Mizêrib jî destnîşan kir ku gelê herêmê bi yakîtiya welatê xwe bawer in û bi armanca parastina herêmên xwe ji êrîşên komên çete tevlî nava refên YPG’ê bû ne.
Şervanê bi navê Hisên Mihemed Newaf jî kêfxweşiya xwe anî ziman û diyar kir ku ew ê li dijî komên çete yên bi navê îslamê şer dikin derkevin. Newaf, destnîşan kir ku komên çete li ser navê îslamê şer dikin û ev tişt gotin: “Tu têkiliya komên çete bi îslamê re tune ne. Birayên me yên Kurd li dijî êrîşan derketin û berî me bersiva êrîşan dan. Em ê jî xaka xwe biparêzin.”
Welatiyê bi navê Ehmed El-Îsa (60) sal tevlî nava YPG’ê bû ye û di parastina herêmên xwe de cih girt û da zanîn ku ew piştî tevlî nava YPG’ê bû ne êdî dikarin herêmê ji êrîşên komên çete biparêzin û diyar kir ku hêza yekem ku nûnertiya hemû gelê Sûriyê dike YPG’ê ye. Usama El-Casim jî wiha got: “Me biryar da ku em bi birayên xwe yên Kurd re di heman mewziyê de cihê xwe bigrin û herêmê biparêzin.”
Têkildarî tevlîbûna 50 welatiyên Ereb a di nava hêzên YPG’ê de Endamê YPG’ê Hisên Koçer da zanîn ku tevlîbûna welatiyên ji pêkhateyên Rojava yek ji rêze serkeftinên ku YPG’ê bi destxistine. Koçer diyar kir ku hêzên YPG’ê her dem diyar kiriye ku ew ji bo parastina hemû beşên civakê têdikoşin û dê xeta xwe ya parastinê li dijî komên çete bidomînin.
 

SERÊKANIYÊ




9 çete hatin kuştin

Komên çete yên Dewleta Îslmî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) ji 3 aliyan êrîşî gundê Qestel Cindo ya Şar kirin. Li ser vê yekê hêzên YPG’ê bersiv dan û di encamê de 9 êrîşkar hatin kuştin. Her wiha pevçûnên li gundên Zaratê û Xirêbkê yên navçeya Şêrawa ya Efrînê bi dijwarî dewam dikin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin komên çete yên DAIŞ’ê ji 3 aliyan êrîşî gundê Qestel Cindo yê Navçeya Şera ya Efrînê kirin. Li ser vê yekê hêzên YPG’ê bersiva êrîşan dan û pevçûn qewimîn. Hate hînbûn ku di pevçûnan de 7 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin. Li heman herêmê jî hêzên YPG’ê li dijî komeke çekdar ên DAIŞ‘ê çalakî lidar xistin û di encamê de 2 çete hatin kuştin. Pevçûnên li herêmê didomin.
Li aliyê din jî pevçûnên li gundên Zaratê û Xirêbkê yên navçeya Şêrawa ya Efrînê bi hemû dijwariya xwe didomin. Derbarê encama pevçûnên li vê herêmê tu agahî ne hatine bidestxistin.
Komên çete yên DAIŞ’ê ji bargehên xwe yên li bajaroka Til Rifet û Dêr Cemîl gundê Aqîbê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê bi hawanan topbaran dikin. Hate hînbûn ku di encama topbaranê ziyana madî li derdorê çêbû ye.

EFRÎN