Li gorî lêkolîneke li wilayeta Santa Clara ya Kalîforniyayê (DYE) hat kirin, hejmara kesên bi koronayê ketine, ji ya tê zanîn 50 ta 85 caran zêdetir e. Ev lêkolîn li ser antîkorên li dijî Covid-19’ê ye. Sê hezar kes ketin ber lêkolînê. Li gorî encaman ji 2.5 (75 kes) ta 4.2’yê (126 kes) van kesan bi vîrusa koronayê ketine û antîkora wê bi wan re heye. Ev jî ji rêjeya tê eşkere kirin, qederê 50 ta 85 caran zêdetir e. Her kes bi encaman ne bawer e, ji ber ku hinek dibêjin testa lêkolîneran bi kar anî ya ji bo tesbîtkirina antîkorê ne yeke mirov pê piştrast be ye. Lê axir ew jî difikirin ku hejmara kesên bi rastî bi vîrusê ketî û ya tê zanîn wê hev negirin, û ya bi rastî wê ji ya tê zanîn gelekî zêdetir be. NAVENDA NÛÇEYAN