Di van şeran de bi giştî nêzî 500 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin. Li gorî çavkaniyan di nava çeteyên hatine kuştin de emîrên bi navê Ebû Ummet Ellah El Mesrî, Ebû Usame El Urdunî û Selaheddînê Çaramîn jî hene. Hate gotin ku hersê emîr li derdora gundê Qestel Cindo hatine kuştin.
Her wiha 2 tang, 14 tirinpêlên ku di navde 4 doçka jî hene hatin rûxandin. 25 çekên kelaşnîkof, 2 doçka, 2 topên cehennem, howanek 120, 2 BKC, 2 arpicî, 2 qernas, panzerek, 7 tirimpêl, 60 bombeyên destan û gelek guleyên kelaşnîkof û biksiyê, bi dehan guleyên hawanan jî hatin desteserkirin.
Di pevçûnan de 13 şervanên YPG/YPJ’ê jî jiyana xwe jidest dan.
Çavkaniyên herêmê diyar kirin ku komên çete piştgiriya xwe ji Tirkiyê digirin û piranî ji kampa Atma ya li ser sînorê Tirkiyê û Deriyê Sînor ê Bab El Selam a Ezazê derbasî herêmê dibin. Hemû pêdiviyên xwe di van herêman re tînin û çekên giran jî derbas dikin. Çavkaniyan her wiha destnîşan kirin deriyên sînor ên El Selama ku di fermiyetê de girtî ye, bi şev ji bo çeteyan tê vekirin û çek têne derbaskirin.
EFRÎN