Dadgeha Mafê Mirovay ya Ewropayê (DMME) di derbarê Tirkiyeyê de îstatîstîkên 52 salan aşkera kir. Li gorî vê, Tirkiye bi 2 hezar 404 mehkûmyetan li gorî Hevpeymana Mafê Mirovan welatê herî zêde mafê mirovan binpê kiriye.
Li gorî îstatîstîkên DMME’yê ku karnameya 52 salan ya binpêkirina mafan ya Tirkiyeyê aşkera kir, di Hevpeymana Mafê Mirovan de Tirkiye bû welatê herî zêde mafê mirovan binpê kirî. Li gorî daneyên DMME’yê di 52 salên dawî de Tirkiye bi 2 hezar û 404 mehkûmiyetan bû şampiyonê mehkûmiyetan. Ev serlêdan û mehkûmiyetên di navbera salên 1959-2011’an de ne.
Li gorî îstatîstîkan Tirkiye di nava 52 salan de ji binpêkirina “mafê lêpirsîna bi bandor” 135 caran mehkûm bû, di mijara “mafê azadî û ewlekariyê” 554 caran, ji madeya “mafê darezandina bidadî” 729 caran, ji “azadiya xwe îfadekirinê” 207 caran, ji “azadiya civîn û xwepêşandana 53 caran û ji “mafê mulkiyetê” jî 611 caran mehkûm bû.
Tirkiyeya ku di gelek aliyan de yekemîntiya mehkûmyetan neda çi welatan, tenê ji mafê jiyanê 92 caran mehkûm bû. Di vê kategoriyê de yekemîntî bi 202 mehkûmyetan di destê Rûsyayê de ye. Lê belê piştî wê Tirkiyeye, Tirkiye di rêza duwem de ye.
Rûsya li gorî îstatîstîkên DMME’yê ji “qedexeya muameleya xirap” 357 caran mehkûm bû, lê Tirkiye di heman beşê de ji 243 mehkûmyetan di rêza duwem de ye.
Ji dirêjahiya darezandiran re Îtalya yekemîne, lê Tirkiye dîsan li pey wê di rêza duwem de ye. Yek ji welatên tevayî hevpeymanên, Hevpeymanên Mafê Mirovan ya Ewropayê binpê dike Tirkiyeye û ya din jî Rûsyaye.
Li aliyê din malpera înternetê ya Serokatiya Daîreya Mafê Mirovan ya di binya Wezareta Edaleta Tirk de hatî avakirin, biryara DMME’ê ya di derbarê Tirkiyeyê bi Tirkî weşand.
ANF/STRASBOURG