3 hezar û 959 pirtûkên Weşanxaneya Aramê yên di meha Nîsanê de dema ji bo Fûara Pirtûkan a Îzmîrê hatin şandin û li Kirşehîrê ji hêla leşkeran ve hatin desteserkirin û derbarê wan de lêpirsîn hatibû destpêkirin ji wan pirtûkan der barê 53 pirtûkan de biryara berhevkirinê hat dayîn. Lêpirsîna ku ji hêla Dadgeha Cezayê Sulhê ya Kirşehîrê de hatibû destpêkirin, ji bo Dadgeha Cezayê Sulhê ya Amedê hat dewirkirin. Parêzerê weşanxaneyê Resûl Tamûr got, desteserkirina pirtûkan bi her awayî derhiqûqî ye. 


Pirtûkên Ocalan jî ketin ber vê zilmê

Tamûr di daxwaznameya îtîrazê de diyar kir ku derbarê pirtûkan de bi awayekî eşkere derbarê rêxistinê de tu îbareyên ku bibe sedema ceza nehatine nîşandan û îdîayên derbarê propagandaya rêxistinê jî bi tu awayî di rapora şarezatiyê de nehatiye nîşandan û tu delîlên şênber tunene. 

Ligel biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirk (AYM) jî hebû pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hatin berhevkirin. Tamûr li ser mijarê got, di nav pirtûkên hatine berhevkirin de parêznameya Abdullah Ocalan ya 5 cîld jî heye ku li girtîgehê nivîsandine, her çiqas derbarê wan de biryara berhevkirina wan ji hêla AYM´ê ve hatibe betalkirin jî, dîsa hatine berhevkirin. 


Pirtûkên bi Tirkî û bi Kurdî hatin berhevkirin

Hin ji pirtûkên hatine berhevkirin ev in:

Geliye Zilan Jêderka Jîn û Janê (Devrim SERHAD), Vakayiname (Musa ANTER), Tarih Şimdidir Kurdistan Tarihine Ozlu Bir Bakış (Kasim ENGİN), Rojhilata Navin (Rustem CUDİ), Sê bergên “Hep Kavgaydi Yaşamim” (Sakine CANSIZ), Em Bûn Baran (Mizgin RONAK), Gedeyê Şîrîn (Nizamettin AKKURT), Dortlerin Gecesi (Fevzin YETKİN ve Mehmet YETKİN), herdu bergên “Diyarbakır Zindanları” (Muzaffer AYATA), Hedera Henaseyên Azad (Birinen GERİLLA), Rojnivîsa Hevaltiyê (Bêrîtan HİLAL).


 AMED