Navê Amûdê bi şewata sînemaya Amûdê tê hişê mirovan. Di salên 1960’an de ku bajarê Amûdê wekî bajarên din ê Rojava bin dagirkeriya komara Sûriyê de bû, kurdên herêmê para xwe ji nîjadperestiya desthilatdaran girtin. Di van salên ku polîtîka û projeyên guhertina demografîk a Rojava û asîmîlasyonê li herêma Cizîrê ya Rojava dihatin meşandin de, bajarê Amûdê li ser van êşek din jî kişand.  

Di 13’yê Mijdara sala 1960’an de rêveberên bajarê Amûdê yên dewletê ku bi nîjadperestiya xwe dihatin zanîn, bi hinceta piştgirya şoreşa Cezayirê, hemû zarokên dibistanên seretayî birin avahiya sînemaya Amûdê. Ji bo vê yekê jî ferman hatibû dayîn ku hemû zarokên dibistanê bêne sînemayê û film temaşe bikin. Pereyê ku dê bihata girtin jî, qaşo dê ji Cezayîrê re bihata şandin.
Tevî ku avahiya sînemayê têrî 150 kesan dikir jî, rayedarên dewletê zêdetirî 500 zarok anîbûn avahiyê. Di dema pêşandana fîlmê ku wê rojê bê navber 3 caran hate pêşandan de, di avahiyê de şewat derket û agir bi hemû avahiya ku ji ax û pûş hatibû çêkirin ket. Ji ber ku amûrên vemirandina şewatê tunebûn, agir belav bû û deriyên avahiyê jî nehatin vekirin. Di şewatê de 184 zarokan jiyana xwe jidest da. Ev hejmar hatiye diyarkirin, lê tê gotin ku nêzî 200 zarokan jiyana xwe jidest daye.
Piştî şewatê hate gotin ku fîlm 3 caran li ser hev hatiye pêşandan, lê amûrên fîlm û xetên ceryanê gelekî kevin bûne, lewma ranekiriye û bûye sedema şewatê. Her çiqasî sedemên bi vî rengî yên teknîkî hatibin nişandan jî, derbarê mijarê de lêkolînek berfireh nehate kirin.
Rayedarên dewletê wê çaxê derbarê mijarê de lêkolîn nekirin, ji wezîrê karê hundir Ebdilhemîd Elserac bigre heta rêvebirê Amûdê Mistefa Şaban û rêvebirên dibistanê jî bûyer veşartin. Ev helwest wekî “tiliya dewletê di şewatê de heye û ji berê de hatiye plankirin” hate nirxandin. Di ser komkujiyê re 53 sal derbas bûn, lê bûyer hîn nehatiye zelalkirin û sûcdarên wê nehatine aşkerekirin.
Têkildarî mijarê di qada navnetewî de jî tu hewldan nehatin kirin û wekî hemû polîtikayên tunekirina kurdan ên dewletên dagirker û êrîşên wan, li hemberî vê komkujiyê jî hêzên navnetewî lîstika “kerr û lalan” lîstin.
Li hemberî bêdengiya civaka navnetewî, gelê Amûdê birînên xwe bixwe dipêçe. Ji bo bîranîna qurbaniyan li şûna avahiya sînemaya Amûdê parkek hate avakirin û di nîvê parkê de peykerek ji aliyê hunermendê Misrî Mehmûd Celal ve hate çêkirin. Her wiha gelek nivîskarên bajêr yên mîna Mele Ehmedê Namî û Hesen Drêî jî êşa şewata sînemeyê nivîsandin. Êşa sînemayê heta  roja îro bûye mijara gelek çîrok, roman, helbest û stranên nivîskar û hunermendên kurd.
Bi derxistina bermahiyên rejîmê ya ji bajar, şêniyên Amûdê di bin siya bayê azadiyê de diçin ser gorên zarokên xwe û wana bibîr tînin.  Qurbaniyên ku par cara yekemîn bi awayekî azad hatin bibîranîn, îsal cara duyemîn têne bibîranîn.


XEBAT EBAS/ANHA AMUDÊ