Li Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê bê navber dewam dikin. Li gorî agahiyan doh û pêr li Rojava Kurdîstanê bi giştî 32 û li Başur jî 23 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin. Li rojhilatê Kobanê jî 4 gund û gundikek hatin rizgarkirin. 

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê doh bi daxuyaniyeke nivîskî der barê operasyon û şere li Kobanê û Til Temirê de agahiyên dawî bi raya giştî re parve kirin.

Li gorî daxuyaniya YPG'ê di çarçoveya operasyonên paqijkirina derdora Kantona Kobanê ji cetên DAIŞ’ê de, li başûrrojava 4 gund û gundike bi navê Boxê, Şêx Omer, her du gundên Kazan û gundikê Çelebî  hatin rizgar kirin. Li gundê bi navê Xebiş ê Til Temirê jî êrîşa çeteyan hat şikandin. YPG´ê ragihand ku di vî şerî de hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye zelalkirin û operasyona li vê qadê dewam dike.


Li Sepeta Ereban 9 çete hatin kuştin

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê her wiha da zanîn ku şerê li gundê Sepeta Ereban ê li başûrê Kobanê jî dewam dikin û diyar kir ku di şerê pêr şev li vê deverê de 9 çete hatine kuştin.

Di dewama daxuyaniyê de, der heqê pevçûnên pêr bi şev ên li rojavayê Kantona Cizîrê de jî agahî hat dayîn: "Komên çete pêr bi şev li hemberî gundê Xebiş ê ser bi Til Temirê êrîşek li dar xistin. Komên çete yên ku li hember parastina hêzên me xwe negirtin neçar man ji meydanê birevin. Di şer li vê deverê de bi qasî hatiye zelalkirin 5 endamê çeteyan hatine kuştin, 3 çete jî birîndar bûne."


Li Til Temir û Kobanê jî şer

Navenda Çapemeniya YPG’ê der barê berxwedana ya Kobanê û Til Temirê de pêr daxuyaniyeke niviskî li ser malpera xwe ya fermî weşand.

YPG di daxuyaniya xwe de dîyar kir ku pêr li nêzî gundê Xêbiş a giredayî Til Temir 2 êrîşên cûda birin ser komên çete. 

YPG’ê encama wan êrîşan wiha parve kir: "Wesaîtekê çetêyan hate ruxandin û 9 çete hatin kuştin. Li noqteke cûda wesaîteke çeteyan tevî çeteyên di nav de hat ruxandin. Wesayît agir girt û şewitî lê hejmara kuştî û birîndarên di nava wesayîtê de nehat zelalkirin. Hêzên me komeke çete ya ku dixwest wekî mûdexale were deverê jî hedef girt. Li vir jî 2 çete hatin kuştin."

Daxuyaniya YPG’ê wiha dewam kir: "Li gundê Sepeta Ereban a başûrê Kobanê de jî di navbera hêzên me û komên çetêyan de şerê dijwar derbas bû. Di encama vî şerî  6 çete û li gundê Girêk a heman herême jî 2 çete hatin kuştin.”


Li Geyara 20 çete hatin kuştin

Li gorî  agahiyên ajansa RojNews jî doh danê sibê balafirên hevpeymanê li nehiya Geyara a ser bi Mexmur baregehên çeteyên DAIŞ hatê bombebaran kirin.

Di encama bombebaranê de li rojavayê gundê Erkube yê li nêzîkî gundê Cedeî yê ser bi nehya Geyare 20 çeteyên DAIŞ´ê hatine kuştin û gelek jî birîndar bûn.


HPG: Li Şengalê 3 çete hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, doh bi daxuyaniyekê, der barê çalakiyên li Şengalê yên li dijî çeteyên DAIŞ'ê de agahî da.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di 28'ê Adarê de li hemberî çeteyên li derdora girê Şehîd Erdal, hêzên gerîla çalakiyek pêk anî û di encama çalakiyê de didu çete hatin kuştin. Li gorî daxuyaniyê heman rojê di çalakiyeke sûîqastê ya derdora taxa Xeyr Nasir çeteyek hatiye kuştin. 


 NAVENDA NÛÇEYAN