Di vê pirtûka gelekî stûr de pêşî çarçoveyeke têgînî û teorîk tê destnîşankirin û bi vî awayî gelek têgînên gerdûnî û herêmî di zikhev de têne nirxandin. Rastiya Kurd û pêkhatina Kurd di dîrokê de ji nû ve tê guftûgokirin û nexasim di serdema kapîtalîzmê de behsa pirsgirêka Kurd û tevgera Kurd tê kirin.
Li pey van mijaran dîrokçeya tevgera PKKê û şerê gel ê şoreşgerî bi awayekî berfireh tê şîrovekirin. Behsa pêxîrtengiya di sosyalîzma zanistî de tê kirin û bi vê ve girêdayî çareseriyên PKKê yên di vî warî de têne rêzkirin. Li ser vî bingehî çareseriya Neteweya Demokratîk ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên li Rojhilata Navîn tê danîn. Ocalan dema behsa van mijaran hemûyî dike, şopgeriya li ser riya heqîqetê û pîvanên wê yek bi yek pêşkêş dike. Ocalan di bin sernavê ‘Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk’ de pênc pirtûk nivîsîn û her pênc pirtûk jî ji aliyê Rêşad Sorgul ve hatin wergerandin:
- Şaristanî - Tebax 2009 / Weşanxaneya Mezopotamyayê li Elmanyayê (pirtûka Abdullah Öcalan)
- Şaristaniya Kapîtalîst - Adar 2010 / Weşanxaneya Mezopotamyayê li Elmanyayê (pirtûka Abdullah Öcalan)
- Sosyolojiya Azadiyê - Îlon 2011 / Weşanxaneya Mezopotamyayê li Elmanyayê (pirtûka Abdullah Öcalan)
- Li Rojhilata Navîn Krîza Şaristaniyê û Çareseriya Şaristaniya Demokratîk - Mijdar 2011 / Weşanxaneya Mezopotamyayê li Elmanyayê (pirtûka Abdullah Öcalan)
- Parastina Kurdên Di Nav Pencê Qirkirina Çandî de - Îlon 2012 / Weşanxaneya Mezopotamyayê li Elmanyayê (pirtûka Abdullah Öcalan)
Rêşad Sorgul her weha du pirtûkên din ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wergerandine kurmancî.
- Parastina Gelekî - Cotmeh 2004 / Weşanxaneya Mezopotamyayê li Elmanyayê (pirtûka Abdullah Öcalan)
- Li Tirkiyê Pirsgirêkên Demokratîkbûyînê, Li Kurdistanê Modelên Çareseriyê (Nexşeya Rê) - Nîsan 2012 / Weşanxaneya Mezopotamyayê li Elmanyayê (pirtûka Abdullah Öcalan)
Ev pirtûkên tercumekirî hemû bi deng jî hatine xwendin. Lewma di warê lîteratura îdeolojîk û siyasî ya Kurdî de xizneyeke mezin in. 

ANF/BRUKSEL