
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG´ê (HPG-BÎM) encamên çalakiyên gerîlayan bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir. HPG diyar kir ku gerîlayan di çarçoveya tevgera şoreşgerî ya Şehîd Zîlan, Şehîd Celal û Şehîd Azîz de li Dêrsimê çalakî li dar xistine û da zanîn ku di encamê de 6 leşker hatine kuştin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 23 ê Îlonê de li Dersimê li dijî Tabûra Komandoyan a Nahiya Best, girê ewlekariya tabûrê digire û bircên çavdêriyê û wesayitên zirxî ji aliyê gerîlayan çalakiyek hatiye lidarxistin û ev agahî hatin dayîn: "Di encama çalakiya li dijî 3 kozikên nobedariyê, leşkerên ji bo guherîna nobedariyê dihatin, tankek, panzerek û hemû çeperên tabûrê di heman demê hatibûn lêdan de, tankek derbe xwariye, wesayitên zirxî jî bêbandor bûye. Di encama vê çalakiyê de herî kêm 6 leşkerê dijmin hatiye kuştin, gelek leşker jî birîndar bûye.
Artêşa dagirker a tirk ê di 24 ê Îlonê de li derdora tabûrê operasyoneke biçûk lidarxistiye û xwe di nava tabûrê de girtiye."
HPG´ê her weha da zanîn ku di 24 ê îlonê de jî 18.00-19.30 an de di navbera Dersim-Erzinganê li herêma Marçikê ji aliyê gerîlayan ve rê hatiye kontrolkirin, 40 wesayit hatiye rawestandin, nasname hatiye kontrolkirin.
Li Îdir û Pazarcikê çalakî
HPG’ê diyar kir ku di 24’ê Îlonê de li navenda Îdirê li dijî wesayiteke ji qereqola Korxanê rê erzaq dikişand, piştî kesên tê de hate hişyarkirin, wesayit li gel erzaqên tê de hatiye şewitandin. Her weha hate diyarkirin ku di 23’ê Îlonê de jî li navenda Îdirê li dijî Gundê Gewro, Kelê, Sitilila û girê nêzî Kirê Kore artêşa Tirk operasyonek lidarxistiye.
Her weha HPG da zanîn ku Di 24'ê Îlonê de jî li dijî trêneke bar a alavên leşkerî vediguhezîne Kurdistanê li navçeya Pazarcixa Mereşê çalakiyek hatiye lidarxistin û 13 vagon hatiye rûxandin.
Li Colemêrgê çalakiyên gerîlayan
HPG’ê da zanîn ku li Colemergê jî çalakiyên gerîlayan dewam dikin û li xeta Şemzînan, Çelê û Geverê, di 24'ê Îlonê de li dijî qereqola Giranayê çalakiyek hatiye lidarxistin. Li dijî du qereqolên nû yên li nêzî qereqola Giranayê tên avakirin de çalakiyek hatiye lidarxistin.
Li Mêrdînê çalakî û operasyon
HPG'ê diyar kir ku di 24'ê îlonê de li navçeya Mahsertê ya Mêrdînê li dijî qereqola artêşa Tirk a li Gundê Terêye û li dijî girê ewlekariya wê digire ji aliyê gerîlayan çalakiyên hemwext hatiye lidarxistine. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndaran nehatiye zelalkirin.
HPG’ê her weha da zanîn ku 22'ê Îlonê de li navçeya Elkê ya Şirnexê operasyona ji aliyê Artêşa Tirk li dijî geliyê Setkarê hatibû destpêkirin di 24'ê îlonê de bê encam paş de vekişiyaye.
HPG'ê der barê êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de jî agahî da û got; “Di 24'ê Îlonê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li navçeya Amedê li dijî herêma Şehîd Piling a bi ser Metînayê ve ye ji aliyê artêşa dagirker a Tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.”
2 gerîla jiyana xwe ji dest dan
HPG-BIM navê 2 gerîllayên di şer de jiyana xwe ji dest dane eşkere kir.
Hat diyarkirin ku gerîlaye bi navê Tamer Polat yê bi nasnav Gabar Dersîm ê li Dersîmê ji dayîk bûye di şer de jiyana xwe ji dest daye. HPG da zanîn ku gerîlla Polat di 22´ê Îlonê de li Dêrsîmê di çalakiyê de birîndar bûbû û ji gerîlayan qut bûbû, lê di 23´ê Îlonê de bi leşkeran re ketiye şer û jiyana xwe ji dest daye.
Ji aliyê din ve hat diyarkirin ku di 7´ê Îlonê de jî li herêma Şehîdan di şerê di navbera artêşa Îranê û gerîlayan de gerîlayê bi navê Omer Bulut, bi nasnav Rizgar Mêrdîn yê ji navçeya Mêrdînê Midyadê jiyana xwe ji dest daye.
ANF/BEHDÎNAN