ARGEŞ KEHNÎHEJÎRÎ

Yek ji pêşengên helbesta modern a Kurmanciyê jî Arjen Arî ye ku 30’ê Cotmeha 2012’an koça xwe yî dawî kir, bi afirandina ziman û nasnameya xwe ya helbestî, cawekî neteweyî li helbesta Kurdî ya modern kiriye. Helbestên wî carinan tenê serboriyên wî ne ku bi awayekî helbestçîrokê hunandine, carinan ji dil reqiya li sertara çiyayekî ne. Arî her gava pênûsa xwe livandiye, heman têgeh hildiberandiye, welatperweriyeke ji dil. axir Arjen Arî beriya bi 6 salan ji ber nexweşiya pençeşêrê konê xwe ji nav me bar kir.

Emrekî mişt êşa Kurdayetiyê

Arjen Arî sala 1956´an li gundê Çalê yê ser bi Nisêbînê, hate dinê. Di 4-5 saliya xwe de koçî Nisêbînê dike malbata wî, ji ber ku bavê wî bi kuştina eskerekî tê tewanbarkirin. Arî dibistana seretayî li Nisêbînê, ya navendî li Merdînê kuta dike. Beriya lîseyê biqedîne bi şêweyê klasîk dest bi helbest nivîsandinê dike. Arjen Arî, sêwiyê 11 saliya xwe ye. Beriya biçe Înstîtuyê, li Nisêbînê wek teknîsyenê avahiyan li cihê Karên avê yên dewletê dixebite. Piştre berê xwe dide Înstîtuyê û berî ku mamostetiyê biqedîne bi du mehan dest ji vê xwedina xwe ber dide, careke din li heman karî vedigere. Piştî li kar vegerîna xwe, bi fermana qeymeqam li lîseyê dersên edebiyatê dide. Beriya 12’ê Îlonê ji xwendekarên xwe re dest bi xwendina helbestên Cegerxwîn dike ku bi vê yekê di nav xwendekaran de dibe yekî hezkirî.

Xezeba dewleta Tirk û ristên pêşî

Arî sala 1976’an li Nisêbînê ji ber belavkirina belavovekê tê girtin. Wê demê polîs dest datînin ser helbestên wî yên bi Tirkî û Kurdî. Bi qasî hefteyekê di hepsê de dimîne. Piştre tê berdan, lê ristên wî dîl dimînin û hîn jî zen ew e ku li mexzena Dadgeha Nisêbînê de hepsî ne.

Her çend, yekemîn lûsa helbestên wî kovara Tîrêjê bê zanîn jî, ya rast ew e ku helbesta wî ya ewil di belavokekê de ku li herêma Mêrdînê hatiye belavkirin, weşiyaye.

Du mirin kirin mahne, rakirin ling Nisêbînê

Xewa sibê bela kirin, avêtin nav tirs û xwînê.

Çîroka 13 şev û 13 rojan

Salên 80’yî li Nisêbînê bekçiyek tê kuştin, polîsek jî tê birîndarkirin. Li ser vê yekê Arjen Arî tê girtin. Ew 27 rojan li tûgaya Mêrdînê dîl dimîne. Piştî 12’ê Îlonê jî tê girtin û rastî êşkenceyeke giran tê. Bi gotina wî, di nava 13 rojan de ‘Malik li min xera kirin’. Di febrîkeyeke pembo de şêweyê êşkenceya ‘Daliqandina Filîstînê’ dinase. Vê serboriya tal bi navê Çîroka 13 şev û 13 rojan sala 1992’yî di hejmara 2’yemîn a Kovara Nûdemê de diweşîne.

Di binê lingan de êşa behran

Di binê lingan de

Agirê hêtûnan...

Janê 

Dida kezebê

Diqiçqiçî

Piştî vê êşkenceya ku li ser laşê wî rêça xwe hiştî 6-7 mehan nikare pêl lingê xwe bike. Bi destbivirekî li binê piyê wî xistibûn. Sala 2010’an piştî ewqas salan, Arjen Arî digot, “Ev qas sal jî bihorînê rehtbûna çengê min hê ji wê demê ve ye.”

Tu ji kîjan dara xayîn

Ji kîjan çiyayî

Tu gihîşt vir

Kîjan êzingkerê ehmeq

Tu kire destîbivir

Û tu ketî wan destan?

Nivîskariya zimanekî qedexekirî

Her wekî gelek xemxurên Kurdî yên Bakurê Kurdistanê Arî jî pêşî bi Tirkî dest bi nivîsê dike. Lê piştre barê Kurdî digire ser milê xwe û peyvan li ser peyvan dijene. Helbesteke Arjenî diafirîne ku xwedî nasnameyeke diyar, hişmendiyeke xweragir û mişt mêrxasî ye. Arî rewşa nasîna xwe gava hay ji Kurdî dibe, di civateke li ber bircên Amedê wiha vedibêje: “Min bi xwe bi hişmendiyeke zor zane, bi mêjiyekî berfireh dest bi zimanê Kurdî nekir. Wekî ku gelek kesên li Bakur ku di destpêkê de bi Tirkî dest pê dikin, mixabin min jî bi Tirkî dest pê kir. Lê paşê ez lê warqilîm ku bê henek zimanê min zimanekî qedexekirî ye, divê ez ne bi zimanê desthilatdaran, ne bi ziamanê ku bûye singo û li zikê qewmê min ketiye, biaxivim. Ji bo min nivîskariya Kurdî xemxurî ye di roja roj de. Yanî xwedî derketina li welatekî, zimanekî û qewmekî ye.”

li ser rêya nemirtiyê rêwî ne em

li hêviya roja dawî bengî ne em

ne mitrib in ne jî çengî; li dû Xanî

sefarê sifrê sor zarê Cizîrî ne em

Hevîrê bi Kurdî tirş bûyî

Peyvên ku Arî ji bo hevîrê helbesta xwe bi kar anîne, ji nava civaka Kurd in. Xwerû, zelal, rewan, xwedî serborî û di nava jiyana rojane de ne. Peyveke wî pêşmalkek e li ber paleyeke matotê, ji tinebûnê xela ye, sifreyek e li ber xezeba dinê, herî zêde jî hêviya li sertara çiyayan e. Bi hêmayên xwe pişt daye şerê qewmê xwe bi vegotineke bi rêk û pêk bi bîr xistiye carinan şerê şêran, carinan êşa dilan. Erdên beyar dane ber xwe, tov rijandine bi navê hêviyê.

Xela be, cela be, aşût be şapat be

Cêzên qûtê jiyê li nik min lod lod in

Xelkê bizirê zexeliyê difirotin

Vekirime sikrên Dîcle û Firat

Sebîl, belaş diherikin mirovatiyê

Di siharên min de hilatine newroz

Tovreşîn im, tovê jiyanê direşînim

Di xetên Simmeran de têm, diçînim azadiyê

Alîgirê herî kifş ê Tevgera Azadiyê

Gava mirov bala xwe dide helbesta Arî, rastî serboriyên civakeke têkoşer, biêş û bindest lê xwedî çiyayên tije şêrgele tê. Arjen Arî yek ji alîgirên herî kifş ê Tevgera Azadiya Kurd e ku carinan bi ristên xwe carinan bi xêra çend gotinên li sohbetekê, diyar dikir. Arî gelek caran hate girtin lê qet ne ji bo helbestvaniyê, her ji ber doza PKK’ê hate girtin. Ew bi xwe jî dibêje; “Min xwestiye bibim şair. Lê ez ti carî wekî şairekî nehatime girtin. Çend caran ez hatibim girtin, ez ji ber doza PKK’ê hatime girtin.”

Di qada şer de pişta me 

negihişt erdê.  

Te şahid bivê, va Herekol. 

Miradkar, bi bext û ol 

Va Cûdî 

Û va ye ev ax! 

Bi gilî û gazin vegotina êşa gel

Arî siwariyê hespekî rewan bû. Deşt, newal, gelî û çiyayên Kurdistanê bi çar gavan dida ber xwe. Lê çavdêrekî xurt ku li her hurgiliya bi êş a civaka Kurd raçavî dikir. Lewre şûnmayiyê mindalekî koçer bû, pelek çiloyê hişk û hola li bestên Kurdistanê, êşa Eleqemşê, dayîkeke li ber deriyê hepsê…

di Mezelê Hecacan de radize xwişka min

xwişka min Melka min terheke rexdik

gorristan li gorristanan zêde bûn, em li bajaran

û xwişk yek bi yek …bûn qehpik!

Çîrokbêjiyeke cihê

Ji bilî helbestvaniyê, Arjen Arî, keysa xwe li çîroknivîsandinê jî anî, li pirtûkxaneya Kurdî bi navê ‘Bîhoka li pişt sînor’ pirtûkeke çîrokan kire milk. Çîrokbêjiya Arî rengekî helbestî dihewîne ku her hostatiya hestê bi kar aniye. Bi xwendina Helîm Yûsiv li çîroka xwe hirtepiliye. Bi vê yekê re xwe berdaya çavkaniya zarokatiya xwe ku di pêşgotina pirtûka xwe de wiha qala wê dike: “Dîkekî min jî hebû ku sihar bi hilatina spêdeyê re li hewşê dikir qûqû…qûûû, û pîreke min, ku her êvar ji serboriya xwe ya têr karesat, qetek jê bi çîrokî vedigot!”

Çîroka Arjen Arî bi xwe, bê wext di 30 Cotmeha 2012´an bi dawî bû.