Di şahiyê de Edîtorê Rojnameya Azadiya Welat M. Emîn Yildirim, parlementerên BDP'ê Ozdal Uçer û Adîl Kurd, Şaredare navçeya Sûra Amedê Abdullah Demîrbaş, nivîskar, xebatkar û xwendevanên Azadiya Welat jî di navde bi sedan kes amade bûn. Di şahiyê de pankartên "15 Tebaxê Roja Azadiya Welat e" û posterên Midûrê Karên Nivîsan Vedat Kurşun, Ozan Kilinç û Ruken Ergun ên mezin hatin daliqandin. Şahiyê ji bo kesên di têkoşîna aştî û demokrasiye de jiyana xwe ji dest dane bi rezgirtine dest pê kir. Piştre Edîtorê Rojnameya Azadiya Welat Mehmet Emîn Yildirim axaftina vekirinê kir. Yildirim, anî ziman ku îro du rojên girîng pîroz dikin û wiha got: "Em aliyekî salvegera rojnameya rojane ya Azadiya Welat pîroz dikin, li aliyê din jî roja vejîna kurdan pîroz dikin" Yildirim, bal kişand ser zext û zordariyên li dijî rojnameya Azadiya Welat û wiha axivî: "Îro her çiqas hikûmet û raydarên dewletê dibêjin kurdî serbest e û Azadiya Welat bi kurdî weşanê dike jî xebatkarên rojnameyê her tim rastî binçavkirin, girtin û cezayê girtîgehê tên. Ji ber cezayên li rojnameyê û xebatkarên rojnameyê tên birîn. Ji ber nivîs û nûçeyên di rojnameyê de hatin weşandin, li Midûrê Karên Nivîsê yê Berê Vedat Kurşûn 166 sal û 6 meh cezayê hepsê hate birîn. Dîsa li Midûrê me yê berê Ozan Kiliç û Ruken Ergun jî bi heman sedemê ceha hate birîn û niha girtî ne.
Her wiha li Midûra Karên Nivîsan a berê Emîne Demîr jî 138 sal ceza hate birîn. Dîsa hevalê me Metîn Alataş li Edeneyê rastî gefah hat û herî dawî li nava baxçeyekî portaqalan darvekirî hate dîtin. Xebatkarê me yê berê û gerîlayê HPG'e Mazlum Erencî di operosyona li Dersime jiyana xwe jidest dabu em dîsa dibejin ji ber hemû zext û zordariyên li ser rojnameyê em îro bi coşek mezin û tevlêbûnek xurt, her wiha bi lêxwedîderketinek xurt weşana xwe didomînin. Em vê hêzê ji gelê xwe digrin. Çiqas gelê me li Rojnameya xwe Azadiya Welat xwedî derkeve hêza me jî ew qas mezin bibe."

'Îro rojeke dîrokî ye'

Pişt axaftina Yildirim Şaredare navçeya Sure Abdullah Demîrbaş jî salvegera rojnameyê piroz kir û balkişand ser zext û zordarîyen li ser rojname û wiha got: "Dewlet zimane me qedaxe dike lê bi weşana rojnameya Azadiya Welat her ku diçe zimanê me pêş dikeve. Parlementerê BDP'ê Ozdal Uçer jî axaftin kir li ser wateya 15'ê Tebaxê rawestiya.

Di şahiyê de bê navber dirûşmeyên "PKK gel e, gel li vir e", "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin. Di şahiyê de piştî fîşekên hewayî hatin avêtin coşa girsê derket asta herî bilind. Piştî fîşekên hewayî konserê des pe kir. Di konserê de dengbejên Navenda Çanda Dîcle û Firatê Caferê Farqînî Koma Grava Roje, Koma Gule Xerzan sitran gotin. Şahiye heta derengê şevê dewam kir.

AMED