
‘Komên çete girêdayî Tirkiyeyê ne’
Di berdewama axaftina xwe de Mehmûd Berxwedan da zanîn ku çiqasî navê komên çete werin guhertin jî lê armanca wan yek e û wiha pê de çû: “Çi qasî navê van komên çete li Serêkaniyê û Efrînê werin guhertin jî lê ji heman jêderê ramanên xwe yê dijî gelê Kurd digirin. Li Serêkaniyê Faris Mişel Temo fermandariya tabûra Mişel Temo dikir û niha li Efrînê çeteyê bi navê Bêwar Mistefa fermandarê tabûr Selah El-Dîn dike û her dû tabûr bi îstxbaratên Tirkiyê ve girêdayî ne û armanca wan ew e ku ewlekariya herêmên Kurdan binpêbikin.”
Berxedan, da zanîn ku çeteyên ku êrîşî gundê Basilê kirin û dîl ketine destê şervanên YPG᾿ê li xwe mukur hatin ku têkiliyên wan di haman demê de bi rêjîma Sûriyê re jî hene.
‘Hedefa wan têkbirina aramiyê ye’
Mehmûd Berxwedan destnîşan kir ku ev komên çete yên Artêşa Hurû tabûrên Kurdî ên êrîşî Efrîn dikin tu têkiliya xwe bi azadiyê re tune ye û got: “Lîwai El-Tewhîd ku serkêşiya 22 tabûrên komên çet dike, beriya êrîşa xwe pêk bînin civîn li Ezazê lidar xistine. Heman şêwaz me di êrîşên li Serêkaniyê de dît, tabûrên komên çete beriya êrîşan li Riha di bin çavdêriya Tirkiyê de civiyan. Armanca herdu êrîşan ew e ku aramiya herêmê binpê bikin û bi destên Kurdan ên xayîn herêmê wêran bikin.”
Derbarê berxwedana bê hempa ku gelê herêmê û hêzên YPG᾿ê nîşan didin, ev tişt anî ziman: “Gelê herêmê û şervanên YPG᾿ê bi hevre bûn yek û bi yek destî bersiva êrîşên komên çete dan, Bi sedan welatiyên sivîl ên Ereb û Kurd berê xwe dane navenda YPG᾿ê û xwestine ku berê xwe bidin qadên şer û ji komên çete re nîşan bidin ku şêniyên herêmê bi biratî jiyan dikin.”
Derbarê hewldanên rawestandina pevçûnên li Efrînê Mehmûd wiha got: “Hin kesayetên netewî mudaxele kirin û hewldan ku pevçûn bi dawî bibin, lê belê ji ber ku ev komên çete bi hêzên derve re girêdayî ne û dixwazin li herêmê nakokiya navxweyî di nava pêkhateyên herêm de derbikeve, hewldanên van kesan ne gihiştin tu armancê.”
Ji YPG’ê darbeyên giran
Berxwedan da zanîn ku di berxwedan şervanên YPG᾿ê ya li Efrînê 60 çekdar hatin kuştin û bi dehan birîndar bûne, 2 çekdar dîl ketin destê YPG᾿ê, 2 tang, çend erebeyên leşkerî bi temamî hatine rûxandin û gelek çek û bersîngên van koman hate desteserkirin. her wiha di pevçûnan de 6 şervanên YPG᾿ê jî jiyana xwe jidest dane. Şervanên YPG᾿ê hîn li cihê xwe yên pêşîn in û di asteke bilind de parastinê dikin. YPG’ê dê tu carî nehêle kes çarenûsa Efrîn û Kurdîtiya wê têk bide.”
Di dawiya axaftina xwe de Mehmûd Berxwedan da zanîn ku YPG᾿ê heta dawî dê bersiva komên çekdar bide û rê ne tu kesî ku nêzî ewlekariya herêmê bibin, YPG᾿ê wê bersiva komên çekdar ên Artêşa Hur û hêzên rêjîma Baas bidin.
ANHA/EFRÎN
Nasnameya 5 şervanan aşkere bû
Navenda Çapemenî û Ragihandina YPG navê 5 şervanên xwe yên ku di pevçûnên li gundên navçeya Şêrawa ya Efrînê jiyana xwe jidest dane eşkere kir.
Navenda Çapemenî û Rgihandina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyekê navê 5 şervanên YPG᾿ê ku di encama bersivdayîna êrîşên komên çekdar di 25᾿ê gulanê a ser gundên navçeya Şêrawa ya Efrînê de jiyana xwe jidest dane, ji raya giştî re eşker kir. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku di 25᾿ê gulanê de komên çekdar êrîşî gundê Aqîbê ya Navçeya Şêrawa ya Efrînê kirin û şervanên YPG᾿ê bersiva êrîşan dan û di encamê de pevçûnên dijwar rûdan. Navenda Çapemenî û Ragihandina YPG᾿ê di daxuyaniya xwe de da zanîn di roja 2᾿emîn ji pevçûnan têkilî bi 2 şervanên YPG᾿ê qut bû û piştî çend rojan li gundê Basilê jî têkilî bi 4 şervanên din re qut bû. Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku piştî endama Meclîsa Leşkerî ya Yekîneyên Parastina Jina (YPJ) Silava jiyana xwe jidest da, hate hînbûn ku 5 şervanên din jî jiyana xwe jidest dane.
Di daxuyaniyê de YPG᾿ê destnîşan kirin ku şervanên YPG᾿ê ên jiyana xwe jidest dane bûn e sembola berxwedana li Efrîn û soz da gelê herêmê ku ew ê dev ji şopa şehîdên xwe bernedin û heta deqeya dawî ji jiyana xwe, bi hemû hêza xwe Efrîn û hemû pêkhateyên wê biparêzin.
Di dawiya daxuyaniyê de nasnameya 5 şervanên YPG᾿ê hate eşkere kirin:
Bêrîvan Qelendar (Xemlîn Nûcan) Li navçeya Mabata ya Efrînê di sala 1989᾿an de jidayîk bûye.
Hisên Hesen (Egîd Rojava) di sala 1989᾿an de li Şmê jidayîk bûye.
Demhat Silêman (Demhat Şoreş) di sala 1993᾿an de li gundê Coqa ya navçeya Mabata jidayîk bûye.
Armanc Mamo (Dêrsim Sîpan)di sala 1997’an li gundê Birînca ya navçeya Mabata hatiye dinê.
Mihemed Abîş (Adil) di sala 1988᾿an de li gundê Basilê jidayîk bûye.