Abbas diyar kir ku tevî hemû êrîşên DAIŞ'ê jî ew vê hunerê dewam bike. Heta niha Abbas gelek xelat girtine û di şêweyên xwe de cih dide gerîla û pêşmergeyan jî.
Welatiyê bi navê Cemal Zeynelabîdîn Abbas ê ji Helebceyê ye li gundê Rizgarî yê navçeya Kerkûk Daqûqê dijî. Abbas hunera "Kozî" ya di 17 saliya xwe de destpê kir, ev 60 sal in dewam dike. Abbas ragihand ku ev huner ji bavê wî jê re maye, bavê wî jî ji kalkê xwe hîn bûye û anî ziman ku ev huner pîşeyekî sedan salan e. Abbas diyar kir ku ew vê hunerê bi awayekî serketî dewam dike û berhemên wî di beşên cuda de xelat stendine. Abbas di axaftina xwe de bal kişand ser cihê hunera Kozî di ola Kakaîtiyê de û got, "Ev huner ji Hz. Nûh ji me re hatiye dayîn. Hz. Nûh destpêkê ji bo pêwîstiyên xwe yên bingehîn ev huner derxistiye holê; lê belê bi demê re di nava Kakaiyiyan de veguheriye hunerekê û hatiye roja îro."
Abbas destnîşan kir ku girîng e ev hunera kevnare her tim bijî. Abbas ku di atolyeya xwe de cih daye fîgurên cuda, dibêje ew difikire di dema pêş de peykerên hêzên gerîla û pêşmerge yên li dijî DAIŞ'ê berxwedaneke mezin nîşan didin, çêbike. Abbas got, "Hem gerîlayên HPG û YJA STAR hem jî yekîneyên pêşmergeyan li Kerkûkê berxwedaneke mezin nîşan didin. Ji ber vê yekê ez ê di berhemên xwe yên hunerî de cih bidim wan.'
Gelek xelat girtine
Abbas anî ziman ku divê hunermend civakê nîşan bide, nabe ku ji civakê cuda bê nirxandin û wiha got: "Niha li Kerkûkê ez karê xwe dikim. Li cihekî ku şer lê dewam dike karê xwe dikim. Kî dimîne bila bimîne ez ê heta dawiyê hunera xwe bikim. Ne tenê DAIŞ kî tê bila bê, ez ê vê hunera xwe dewam bikim. Hunermendek divê ti carî netirse, her tim di xizmeta civaka xwe de be. Tevî hemû êrîşên DAIŞ'ê jî ez ê ji vir neçim û karê xwe bidomîn im. Pêşangehên min rastî eleqeyek zêde tên û berhemên min gelek xelat girtine. Li Kerkûkê bavê min yekemcar di sala 1956'an de di pêşbirkekê de xelat stend. Ji bo hêjayî xelatên bavê min wergirtiye bibim, ez jî vê hunerê dewam dikim. Heta niha min sê xelat stendiye. Li gel vê min li gelek cihan pêşangeh vekiriye. Niha jî ji bo pêşangeheke nû berhemên xwe amade dikim."
ANF/KERKÛK